Cenazeyê şervanê YPG’ê Baqî Caro hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştre şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî lidarxsitin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sultana Ezîz sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Şehadet cihê serferaziyê ye, bi keda wan welat azad dibin.”

Li ser navê YPG’ê Elî Şedadî jî axivî û wiha got; "Axa me, gelê me û welatê me hêjane ku em xwe fedayê wan bikin, bi saya xwîna şehîdan em îro bi aramî û jiyan dikin. Şehîd dîrok û pêşeroja me ne."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulezîz Oso soza jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenckirin da.

Wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.