Li Sûriyeyê bombe li hêzên nêzî rejîmê hate barandin

Li nêzî El Tanafê ya ku li Başûrê Sûriyeyê ye, li dijî konvoyeke hêzên nêzî rejîmê bomberdûmanek hate kirin û 8 şervan mirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li El Tanafê li nêzî baregeheke koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê li dijî hêzên nêzî rejîmê êrîşeke hewayî hatiye kirin.

Êrîşa hewayî Şemî bi şev pêk hat. Li gorî Mala Çavdêriyê di êrîşê de şervanekî ji Îranê, çar şervanên ji Sûriyeyê û sê şervanên biyan ên an Efqan an jî Iraqî mirine.

Gerînendeyê Mala Çavderiyê Ramî Abdûlrehman got ku, “Konvoyeke hêzên Îranî û ya milîsên tifaqê li nêzî herêma El Tanafê bombe lê hatiye barandin.”

Nayê zanîn ku êrîşa hewayî gelo ji aliyê hêzên koalîsyonê hatiye kirin an jî ji aliyê hêzeke din.