DYA: Eger li Îdlibê çeka kîmyewî bê bikaranîn, wê bersiv bê dayin

Qesra Spî li ser Îdlibê daxuyaniyek da û got, "Eger Esad careke din çeka kîmyewî bi kar bîne, DYA û hevalbendên wê wê bi lezgînî û di cih de bersivê bidin."

Berdevkiya Çapemeniyê ya Qesra Spî li ser sekna DYA'yê ya derbarê Îdlibê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "DYA rewşa li herêma Îdlibê ya Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne ku bi milyonan mirovên sivîl ên li wê derê di bin gefa êrîşê ya rejîma Esad de ye ku destekê ji Rûsya û Îranê digire. Serok Donald Trûmp ji xwe hişyarî dabû ku êrîşeke bi vî rengî wê şerê heyî yê trajîk bi awayekî bê perwa girantir bike û jiyana bi sed hezaran mirovî bixe nava rîskê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi vekirî bêjin; eger Beşar Esad careke din çeka kîmyewî bi kar bîne, DYA û hevalbendên wê wê bi rengekî herî zû û guncaw bersivê bidin. Sekna me ya di vê derbarê de zelal e." Ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî işaret bi rêya dîplomatîk hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "DYA ji bo dijminatiya li Sûriyeyê bi dawî bike, wê di çarçoveya biryar abi hejmara 2254'an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, bi armanca peydakirina çareseriyeke dîplomatîk, bi hevalbendên xwe re bê rawestan bixebite."