QSD: 23 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 23 çete hatine kuştin û 18 nuqteyên nû hatine rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê got; “Di nava 24 saetan de 23 çete hatin kuştin, 18 nuqteyên çeteyan hatin rûxandin û 6 şervanên me şehîd bûn.”

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

“Ligel topbaran balafirên Koalîsyona Navdewletî şervanên me êrîşeke berfireh birin ser baregeh û nuqteyên terorîstan ên li bajarokê El-Şefaa. Di encamê de şerên dijwar rû dan û hêzên me gelek terorîst kuştin. Hêzên me 2 kîlometre pêşde çûn û li 24 nuqteyên nû bi cih bûn.

Di eniyek din de, şerek dijwar di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst derket. Di encamê de gelek terorîst birîndar bûn û hejmarek hatin kuştin. Şervanên me jî kîlometre û nîvekê bi pêş ve çûn û li 35 nuqteyên nû ava kirin.

Ji aliyê xwe ve tîmên endezeya leşkerî yên girêdayî hêzên me, dest bêbandorkirina mayînên çeteyan kirin.

Li devereke din jî şer derket û çend saetan dom kir. Di wan şeran de gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn û yên din jî reviyan. Hêzên me bi 2 kîlometre pêş ve çûn û 14 nuqteyên din bi dest xistin. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî bi êrîşên hawayî nuqteyên çeteyan ên avêtina fuzeyan kirin hedef.

Li eniyeke din, endamên rêxistina terorîst êrîş birin ser hêzên me. Terorîstan di wê êrîşê de hemû cureyên çekên giran û sivik di nav de fuzeyên espigino û erebeyên doçka li ser bi karanîn. Lê şervanên me bersiv êrîşên wan dan û di nav wan de kuştî û birîndar terorîstan çêbûn. Her wiha gelek şervanên me sivik birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Şervanên me piştî şer xebatên lêgerînê li herêmê dane destpêkirin û gelek mayîn ji aliyê tîmên rakirina mayînan hatin bê bandorkirin.

Heta kêliya amadekirina vê raporê, şer li hemû eniyan berdewam e.

Di nav wan şeran de hin hevalên me şehîd bûn û hin hevalên me jî birîndar bûn.

BÎLANÇO

Hejmare kuştiyên terorîstan: 23

Windahiyên terorîstan: 18 nuqteyên terorîstan, kargehek mayînan, nuqteyek mayînan, erebeyek çekê giran, depoyek sotemenî hatin rûxandin.

Hejmara êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 22.

Hejmara birîndarên şervanên me: 24 şervan.

Hejmare şehîdên me: 6 şehîd."