Şehîdê QSD’ê El-Deham hate veşartin

welatiyên Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD`ê Mensûr El-Deham ê 13‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li Goristana şehîdên Til Hemîsê hate veşartin.

Li navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD‘ê Mensûr El-Deham bi sedan welatî li Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi kerwanekî wesayîtan cenazeyê şehîd ber bi Goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi rê ketin.

Bi sedan welatiyan cenazeyê şehîd Mensûr bi dirûşmên "Şehîd namire" pêşwazî kirin, piştre jî merasîm bi deqeyekê rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD`ê destpê kir.

Fermandarê QSD`ê Kemal Pîr axivî û sersaxiya malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Mensûr ji bo azadiya ax û gelê xwe canê xwe feda kir.”

Li ser navê malbata şehîd xalê şehîd, Ehmed Silêman El-Nasir axivî û got: " Şehîd Mensûr ne şehîdê yekê yê Cizîrê ye, bi hezaran şehîdan ji bo azadî, rûmetê û parastina gelê xwe, xwe feda kirin. Li ser vê bingehê em soz didin şehîd Nasir û tevahî şehîdan ku em li ser xeta wan bimeşin.

piştre nasnameya şehîdbûnê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşiman ve hate veşartin.