Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Dêrik hate veşartin

Welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Hemza Şiwîş (Xelîl Dêrik) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Hemza Şiwîş (Xelîl Dêrik) ku 11’ê Çileyê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, ji Nexweşxanea Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre ji fermandariya YPJ’ê Kurdistan Xîrkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Şehîd ji bo rizgarkirina herêm û gelê xwe canê xwe feda kir. Gefên Erdogan me zeyîf nake em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Piştre  Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ibêd axivî û got; “Şervanan li eniyên şer soz dan ku ew ê çeteyan tune bikin û soza xwe pêk tînin. Ev şer şerê îradeyê ye û me jî îradeya xwe ji felsefeya Rêber Ocalan girtiye.”

Piştre apê şehîd Esed Şawîş jî li ser navê malbatê axivî û got; “Em bi şehîdê xwe serbilind in. Şehîdê me li ser rêya 7 şehîdên malbatê çû ku wan jî ji bo rizgarkirina gel canê xwe feda kiribû.”

Girseya gel piştre bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Dêrik li goristanê veşartin.