YPG’ê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî

YPG: Kesayetên mezin ew kes in ku kesayet, civak û xwezaya xwe nas dikin, hemû hebûn û derfetan bi kedek mezin bê teredud rêxistin dikin û ji tinebûnê serkeftin û jiyana azad diafirînin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî 8’emîn salvegera şehadetê ya Xebat Dêrik daxuyaniyek nivîskî weşand û Dêrik bi bîr anî.

YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Di 8’emîn salvegera şehadeta damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel şehîd Xebat de, em xençera xiyanetê ku hêviyên şoreşa azadiyê hedef kiriye lenet dikin, li hember xiyanet, teror û dagirkeriyê bê teredûd xwe rêxistin dikin û serkeftinan bi dest bixin. Weke fermandarî û hemû yekîneyên YPG, em ê di serî de fermandarê nemir şehîd Xebat Dêrik, li pey şopa hemû şehîdên şoreşê ku bê teredûd di xeta parastina rewa de pêşengtiya me kirin, armancên şoreşê bi ser bixin û mezintir bikin.”

YPG’ê bi domdarî got; “Xiyanet, teror û dagirkerî bi hemû rêbazên ne exlaqî û kirêt êrîşî nirxên şoreşê ku bi lehengiya şehîdan û keda gelê şoreşger hatine bi destxistin dike. Yekîneyên me, li ser bingehê ku şehîd Xebat Dêrîk ji hêza me re daniye, xiyanet, teror û dagirkeriyê rojane têk dibin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Mîrasa ku şehîd Xebat û hemû şehîdên azadiyê ji yekîneyên me û gelê şoreşger re hiştiye têrê dike ku bi hezaran nifşên civaka me li ser xeta parastina rewa xwe rêxistin bikin û pergala azadiyê bê dawî misoger bikin.”

YPG’ê herî dawî got; “Em Fermandariya Giştî û hemû hêza Yekîneyên Parastina Gel, di 8’emîn salvegera şehadeta sazûmankarê hêzên me fermandar Xebat Dêrîk de soza berdewamkirina di meşa şopa şehîdên şoreşê de dubare dikin û diyar dikin ku heta dawiyê em ê bibin misogeriya destkeftiyên şoreşê û azadiyê.”