Malbatên Şehîdan li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi hezarana Malbatên Şehîdan ên Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê meşek bi heybet lidar xistin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê daketin qadan û bi meşekê dagirkerî protestokirin.

Bi tevlîbûna bi hezaran malbatên şehîdên Efrîn û Şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen tevlî endamên saziyên sivîl, meclîs, komîn û endamên Kongreya Star li gundê Til Qerah bi dirûşma ‘An Efrîn an Efrîn’ meşek bi heybet hate kirin.

Malbatên şehîdan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, zarok, jin û kesên bi temen ên ku di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê de şehîd bibûn, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, şaxên zeytûnan hilda bûn û pankartên "Erdogan kujerê zarokan e, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin, em Efrîn bernadin”, “Bê Efrîn jiyan nabe”, “ji Erdoganê kujer re na” û “Bi vîna jina azad em ê dijmin hilweşînin" vekiribûn dest bi meşê kirin.

 Meş ji navenda gundê Til Qerahê ya Şehbayê bi pêşengtiya zarokan ku wêneyê şehîdan hilda bûn destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Erebî ên weke " Ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê re na”, “Em hebûna Tirkiyê li xaka Sûriyê qebûl nakin”, “Bijî Berxwedana Serdemê” û “Şehîd namirin" dihatin berzikirin.

Meş li kolanên sereke yên gund geriya û li ber avahiya Mecîlsa Malbatên Şehîdan rawestiya.

‘BI XWÎNA LEHENG Û QEHREMANAN EM LI BER XWE DIDIN’

Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeya rêz hate girtin. Piştre endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî û xîtabî malbatên şehîdan kir û got "Ey xwediyên şeref û rumetê; hûn bingeha hebûnê ne, bi saya xwîna zarên we û berxwedaniya wan a qehreman em heta vê kêliyên li ber xwe didin. Careke din Tirkiyê bi rûxandina gorên şehîdên pak û paqij, bê exlaqiya xwe derxist, lewazbûna xwe li beramberî şehdên ku di gorê de ne eşkere kir."

‘EM AMADE NE BI HEV RE EFRÎN RIZGAR BIKIN’

Her wiha endama Rêveber a MeclÎsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ya ji pêkhateyê Ereb Fatima Cemo jî axivî û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yek in û wiha pêde çû: "Dema ku Tirkiye herêmên me dagir kirin, em bûn şahdihên hovîtiya wan. Ji ber wê em ji hebûna wan li ser xaka xwe ne razî ne. Em amade ne bi yekrêzî li gel şêniyên Efrînê li hemberî wan bisekinin, wekî ku çawa di dema rizgarkirina Şehbayê de ew jî bi me re bûn."

‘BERXWEDANA EFRÎNÊ HÊ JÎ DIDOME’

Hevseroka MeclÎsa Kantona Efrînê Şêraz Hemo axaftin kir û got: "Tevahî cîhan dizane ku 20‘ê Çileyê roja Berxwedana Serdemê ye, ne roja êrîşên Tirkiyê ne. Heta vê kêliyên berxwedana lehengên me li Efrînê didome. Em teqez dikin ku wê xewên Tirkiyê wê negihêjin serî, ji ber nizane ku li her dervekê em lê bi cih dibin, em ê hêzê diçînin."

‘BI ÊRÎŞÊN LI SER CIHÊN PÎROZ, TINEKIRINA DÎROKÊ BÛ’

Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Merwan Mihemed anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê nirx û rêgezên biratiya gelan û netewa demokratîk kirin hedef û got: "Me dît çawa cihên pîroz rûxandin da ku bi vê yekê dîroka herêmê tine bike, niha jî polîtîkeyên guhertina demografîk dimeşîne."

Herî dawî jî malbatên şehîdan bi yek dengî soza şopandina rêya şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû cangoriyên azadiyê ta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran dan, qîr kirin.