Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Hisên li Tirbespiyê hate veşartin
Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir El-Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin.
Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir El-Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir El-Hisên ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG, Hêzên Asayîşê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Li ser navê malabtê jî apê wî Elî El-Xizel axivi û got ew amadene ji bo azadiyê bedelan bidin.
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPGê Xidir El-Hisên bi dirûşme û tilîlyan li goristanê veşartin.