Li dijî êrîşa ser Minbicê helwest: Hevkarî wê geş bibe!

Piştî ku li Minbicê 4 jê leşkerên Emerîkî 15 kes bdi êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, gelek sazî û welatan helwest nîşan dan.

Çarşemê saet 12.30'an li ser xwarinaxwaneya Qesir El Umeraa a li navenda Minbicê êrîşeke xwekuj pêk hat. DAÎŞ'ê êrîşa xwekuj li xwe girt. Di encama êrîşê de 4 jê leşkerên Emerîkî 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 18 kes birîndar bûn. Ji van 9 jê sivîl bûn.

MSD: HEVKARIYA BI KOALÎSYONÊ RE WÊ GEŞ BIBE

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) teqîna ku duh li Minbicê pêk hat, şermezar kir. MSD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Tu guhertin ji hevalbendiya bi Koalîsyona Navdewletî re ne pêwîst e, lê divê berfireh bibe. Divê Moskov û Şam jî ji bo tunekirina rêxistinên terorîst li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.”

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

"Careke din rêxistina terorîst a DAIŞ`ê di êrîşa xwekuj de terora xwe diyar kir û Minbica ewle kir hedef. Bajarê Minbicê 12`ê Tebaxa 2016`an ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin. Ji wê demê û heta roja îro hemû pêkhateyên wê bi rêya mînaka sivîl a demokrtîk tên birêvebirin.

Hevalbendiya me bi Koalîsyona Navndewletî re encamên baş li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin. Ev hevalbendî tu guhertinan naxwaze lê belê divê berfireh bibe. Divê  Moskov û Şam rêxistinên terorîst li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.

Em baş dizanin ku tunekirina rêxistinên terorîst erkeke welatparêziyê û Sûriyê ye. Di heman demê de ewlehiya herêmê û cîhanê mîsoger dike.

Em  MSD êrîşa xwekuj ku di encama wê de sivîl, leşker û endamên hevalbendên me yên Koalîsyona Navdewletî, dema erka xwe pêk dianîn, şehîd bûn, şermezar dikin.''

RÊVEBERIYA XWESER: DAÎŞ'Ê Û REJÎMA TIRK KIR

Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têkilî êrîşê daxuyanî da. Êrîş hate şermezarkirin û hate gotin: 

“Di demeke hestiyar de ku Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe, hêzên tarî bi armanca tevliheviyê li herêmê derxin, bi taybet li bajarê Minbicê êrîşî sivîl û leşkerên ku li ser karê xwe yên ewlekiyê bûn, kir. Di encama vê kiryara newêrek de 15 kes şehîd ketine û 4 ji wan leşkerên Amerîkayê ne. Armanca vê êrîşê ew e ku tirsê belav bike û ejnîdeyên hin dewletên herêmî li herêmê ferz bike, di heman demê de gelê me ji şerê li hemberî terorê bê par bihêle."

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş şermezar kir û wiha got: "Em êrîşa hovane ku ji aliyê hêzên tarî yên DAIŞ‘ê û hevalbenda wê rejîma Tirkiyê ya faşîst ve hate kirin, şermezar dikin û sersaxî ji gel, hêzên xwe, malbatên şehîdan û gelê Amerîkayê û hêzên koalîsyonê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em teqez dikin ku têkoşîna hêzên me ya li dijî terorê bi hemû rêbazan berdewam e."

URDUN: JI BO TÊKBIRINA TERORÎSTAN DIVÊ HEMÛ HEWLDAN BIBIN YEK

Hikûmeta Urdunê jî êrîş şermezar kir. Wezîrê Karê Derve Ayman Safadî di ser hesabê xwe yê Twîttere re gotin, ''êrîşa hêwilnak a terorîstî'' û domand, ''Careke dî sûcekî wiha yê bi barbarî hate kirin, ku ev jî nîşan dide, ji bo ku terorîst li hemû cîhanê bi temamî ji holê werin rakirin divê hemû hewldanên têkbirina terorîstan  bi lezgînî bibin yek.''