Komîteya Tenduristiyê ya Minbic: Di êrîşê de 13 kes mirine

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê, ragihand ku di êrîşa îro pêk hatî de 3 jê leşkerên DYE’yê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî û bi giştî 13 kes jiyana xwe ji dest dane.

Komîteya Meclîsa Tenduristiya Minbicê têkildarî teqîna îro li Kolanan Sîndîs a li navenda bajarê Minbicê pêk hat de daxuyaniyek da. Komîteyê ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji destdayî de 3 jê leşkerên DYE’yê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî bi giştî 13 kes in.

Birîndar, leşkerên mirî yên DYE’yê li gel şervanên Meclîsa Leşkerî ji aliyê helîkopterên DYE’yê ve hatin rakirina nexweşxaneyê.

Birîndar û kesên mirî yên sivîl rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajar.

Rêveberê Komîteya Meclîsa Tenduristî ya Minbicê Ehmed Hîto ragihand ku 3 jê leşkerên DYE’yê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, 18 kes jî birîndar bûne. Hîto anî ziman ku ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e.

Êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girt.