Serokê eşîrê ê sixte ê nêzî Erdogan alîgirê El Nûsrayê derket

Mehmûd Cedan El Hîfîl ê ku Şêxê eşîra Agedat ên li Dêra Zorê ye, diyar kir ku qebûl nakin ku dewleta Tirk hinek eşîran bikişîne ba xwe û nabe ku ev kes li ser navê wan bipeyive.

Dewleta Tirk çend meh berê li Rihayê û piştre jî li Ezazê bi gotinên ‘Eşîrên li Sûriyeyê li dijî YPG’ê bûn yek’ civîn li dar xist.

Li Ezazê di 21’ê Kanûnê de li ser navê 150 eşîrên ji Sûriyeyê 400 kes li hev civand û navê vê civînê kir ‘Kongreya Meclîsa Eşîr û Qebîleyên li Sûriyeyê.’ Di vê civînê de serokê Eşîra El Agedat Ramî El Doş ji bo serokatiya vê kongreyê hate hilbijartin. Piştî kongreyê jî van eşîran diyar kirin ku ‘Bila Tirkiye me ji zilma YPG, PYD’ê rizgar bike.’

Me Ramî El Doş ê ku di wê civînê de wekî serokê Eşîra Agedat tevdigere, ji Şêxê Qebîleya Agedat Cemîl Mehmûd Cedan El Hîfîl û ji şêniyên Dêrazorê pirsî.

El Hîfîl bal kişand ser vî tiştî ku Doş endamê Cephet El Nusra ye û got ku, “Ramî Doş berê dema ku li Dêrazorê bû, di Têkiliyên Giştî yên Cephet El Nusrayê de dixebitî. Piştre ji vê derê çû Siûdî Erebistanê û niha jî li Tirkiyeyê ye. Li wê derê jî gotiye ez şêxê Agedat im û li ser navê me diaxive. Em vî tiştî qebûl nakin. Ew ne şêxê Agedat e û nikare li ser navê me biaxive.”

‘TIRKIYE DIXWAZE FESADIYÊ TÊXE NAV ME’

El Hîfîl diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyeyê zextan li ser Ereb û Kurdan dike û got ku, “Em û Rêveberiya Xweser a Demokratîk em yek in, di navbera me de tu nakokî tune. Tirkiye dixwaze fesadiyê têxe nav me. Em vî tiştî qebûl nakin. Heke problemên me hebe, em di nav xwe de dikarin çareser bikin. Em her roj bi hev re ne. Em, QSD û rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk her roj bi hev re dicivin. Em naxwazin tu kes ji derve were û têkilî karên me bibe.”

El Hîfîl bal kişand ser ‘Meclîsa Eşîr û Qebîleyan’ a ku Tirkiyeyê ava kiriye û got ku, “Em dikarin xwe bi rê ve bibin û em dikarin xwe biparêzin. Li herêma me, em hemû gel yek in. Em naxwazin tu hêz were û axa me dagir bike. Heke Tirkiye yan jî hêzeke din têkeve axa me, em ê axa xwe biparêzin. Em qebûl nakin ku tu kes li ser navê me bipeyivin.”

‘RAMÎ EL DOŞ NE ŞÊX E, ENDAMÊ EL NUSRAYÊ YE’

El Hîfîl ji bo Doş ev tişt got: “Berê endamê OSO’yê bû. Piştre derbasî El Nusrayê bû. Ramî Doş ne şêxê eşîra Agedat e. Bavê wî rûspiyekî li herêmê bû lê ew jî ne şêx bû. Hin merivên wî li vir in, ew jî jê hez nakin. Ji ber ku ji bo gelê xwe tiştek nekir. Eşîra Agedat li vir e û li ser axa xwe ye. Em naxwazin ku yek rabe li ser navê me li Tirkiyeyê biaxive.”

JI NAV 65 KESAN YEK JÎ NE LI DÊRA ZORÊ NE

65 kesên ku li ser navê Dêra Zorê tevlî civîna li Tirkiyeyê bûne, me yeko yeko ji qebîleyên Agedat û Begara pirsîn ên ku li herêmê herî mezin in.

Serekên qebîleyên Agedat û Begara diyar kir ku 90 ji sedê van 65 kesan ji qebîleyên Agedat û Begara ne û gotin ku, “Ev kes berê ji OSO û ji Cephet El Nusrayê re xebitîne. Beriya ku DAÎŞ Dêrazorê dagir bike jî ev kes ji Dêrazorê û Sûriyeyê reviyane. Ev kes li Rihayê dijîn. Ev kes nikarin me temsîl bikin, ew bi tenê li pey berjewendiya xwe ne.”

Eşîra Agedat li Dêrazor, Hama, Humus û Helebê dijîn û hejmara wan bi qasî 4,5 milyonan e. Eşîra Agedat bi 25 meclîs û 700 komunan xwe bi rê ve dibin û ji bo hêsankirina karên xwe yên rêveberiyê komîteyek ava kirine ya ku ji 10 kesan pêk tê.

Bi hezaran kesên ji eşîra Agedat tevlî nav QSD’ê bûne. Ji bo avakirina Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin banê QSD’ê de xebitîn û pêşengiya Pêngava Bagera Cizîrê kirin. Li dijî DAÎŞ’ê bi sedan şehîdan wan hene.

Qebîleya Begara jî gelek ji wê tevlî nav QSD’ê bûne û gelek şehîdên wan hene.

‘ENDAMÊN EHRAR ŞARQIYE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê ŞER NEKIRIN’

Eşîra Şihêdat a di nav qebîleya Agedatê de jî tevlî nav Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bûne û gelek şehîdên wan hene. Me dema ku yên tevlî çeteyên Ehrar El Şarqiye bûne pirsîn jî, ev bersiv hatin dayîn: “Ehrar El Şarqiye ne bi tenê eşîra Şîhedat ji eşîrên din jî tevlî wê bûn. Eşîra Şihêdat bi QSD’ê re ne. Bi hezaran şehîdên wan hene. Şîhedatên li Dêrazorê kesên Ehrar El Şarqiye hez nakin. Ji ber ku berê di navbera wan û DAÎŞ’ê de li ser embarên genim û bîrên petrolê şer çêbûbû. Dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir, ev kesên di nav Ehrar El Şarqiyeyê de rahiştin alavên xwe yên bi qîmet û çekên xwe yên giran û reviyan. Ji ber vê jî yên li vê derê ji wan hez nakin.”