Cenazeyê şervanê QSD’ê yê Misrî li Til Temirê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê yê Misrî Tariq El Hesen ê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li herêma Dêra Zorê dom dikr de şehîd bibû, bi merasîmekê li Şehîdgeha Til Temir bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Tariq El-Hesen (Şahîn) li Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê hate pêşwazîkirin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîan a Til Temirê ve ketin rê.

Piştî merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û şûnde li ser navê YPG’ê Ziyad Kurdî û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Selman Nohî avivî.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku rola şehîdan di parastina aramiya herêmê, tunekirina çeteyên ku dixwazin îradeya gel bişikînin û projeya demokratîk têk bibin de, sereke ye. Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin, bi sedan şervanên enternasyonalîst tevlî nava hêzên leşkerî bûn û wiha hate got: “Ji ber ku her kesî dît hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên demokratîk in ku parastina gelan dikin. Yek ji van kesên ku ev rastî dîtî jî şehîd Tariq ê bi eslê xwe ji Misrê ye.”

Her wiha di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan û parastina Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û bi dirûşman cenazeyê şehîd hate veşartin.