Şehîdên Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Ehmed Şêxo û Mihemed Mustefa yên ku di encama teqîna mayînê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Ehmed Şêxo û Mihemed Mustefa ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme El-Dîbai axivî û got: "Minbic wê her tim were parastin, ji ber ku zarên wê ji bo ewlehiya wê xwe feda dikin. Şehîdên ku xwe feda kirine bûne meşaleya ku rêya azadiyê ronî dike."

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Ehmed axivî û teqez kir ku ewlehî û aramiya li Minbicê berhemê keda şehîdan e û got: "Şaneyê veşartî yên ku gel û wijdanê xwe bi dolaran firotine hewl dide bi rêya derxistina tevliheviyê planên dagirkiriya Tirkiyê pêk bînin."

Piştre bi navê navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê endamê Meclîsa Zagonsaz Adil Mihemed soza parastina biratiya gelan ji êrîşên dagirkeriyê da û anî ziman ku êrîşên û gefên Tirkiyeyê û çeteyên wê îradeya gel naşkîne.

Li ser navê Malbata Şehîd Nûrî Ehmed Şêxo, Mehmûd El-Şêx axivî û got "Zarokên Minbicê li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin heya tine kirin, em kêliyekê jî ji parastina welatê xwe nerevin em ê giyanê xwe ji bo axa xwe feda bikin, em sozê didin şehîdan ku em li ser rêya wan bimeşin."

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.