Şehîdên YPG’ê û QSD’ê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Leylî (Ehmed Girkê Legê’ û QSD’ê Ewad El-Delî (Gernas) û Mihemed Xelab (El-Egîdî) ên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyî şervanê YPG‘ê Mihemed Leylî yê 7‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ve ketin rê.

Li goristana şehîdan a navçeyê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate. Ji fermandarên QSD‘ê yên navçeya Til Hemîsê Kemal Pîr axivî û soza şopandina rêya şehîdan dan. Kemal Pîr got: "Şehîd Mihemed Leylî ne şehîdê yekemîn e û ne jî yê dawî ye, ji bo parastina welêt û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin em hemû fedayî ne."

Fermandarê QSD‘ê Kemal Pîr di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî axivî û ev tişt got: "Her kes pêşketinên siyasî dişopîne, her kes dibîne ku hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleyên herêmên me dikin, ji bo rêgirtina li ber van planan gelê me xwe di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bi rêxistin kirine û bê westandin tê dikoşin. Bi saya şehîdên qehreman me teror tine kir û bi azadî dijîn."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Ewad El-Delî (Gernas) û Mihemed Xelab (El-Egîdî) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn ji navenad Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan berê xwe dane goristana şehîdan a navçeyê.

Kerwanê cenazeye li goristanê ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve destpê kir. Piştre bi navê YPG‘ê fermandar Hisên Hemada sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hemada anî ziman ku bi saya şehîdan bi hezaran sivîlên Dêrazorê ji pençên çeteyên DAÎŞ‘ê hatin rizgarkirin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Nacî Nicûm axivî û teqez kir ku wekî malbatên şehîdan ew amade ne berdêlên mezin bidin da herêmên di bin dagirkirina çeteyan de mane rizgar bikin.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ve Selman El-Nasir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu cangoriyan li gel berzikirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.