Şam: Tirkiye tenê bi zimanê êrîş û dagirkeriyê dizane!

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, li ser herêmeke ewle ya gengaz a bi kontrola dewleta Tirk got, "Êrîşa Tirkan."

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê, çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve got, "Rejîma Tirk careke din tenê bi zimanê dagirkerî û êrîşê diaxive."

Rejîma Sûriyeyê daxuyaniyên "herêma ewle" yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên îdîakirin, bi "bê berpirsyarî" pênase kir û ev hewldan weke "dagirkeriyê" bi nav kir.

Çavkanî ragihand, dewleta Tirk "destekê dide terorîzmê" û diyar kir, wê bi derfetên xwe hemûyan Sûriyeyê biparêzin.

Heman çavkanî got, "Em amade ne ku li dijî dagirkeriya Tirk û hemû êrîşan, gelê xwe û xaka xwe biparêzin."