Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê banga berxwedanê kir

Rêveberiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo salvegera yekê ya dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kir.

Êrîşên dagirkirina Efrînê 20’ê Çileya 2018’an destpêkiribû û 18’ê Adara 2018’an navenda bajarê Efrînê hatibû dagirkirin.

Rêveberiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser salvegera yekê ya êrîşên dagirkirinê ya artêşa Tirk a Kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 20`ê Çileyê salvegera yekemîn a êrîşên li ser herêma Efrînê ye, welatiyên Efrînê bûn hedefa êrîşên dagirkeriyê û Efrînê hate dagirkirin û veguherî ‘navendeke ya terorê’.

Her wiha hate destnîşankirin ku sîstema desthilatdar a faşîst a Tirkiyê artêşa xwe û bi hezaran çeteyên xwe li ser sînorê Efrînê bi cih kirin, Efrîn bi awayekî hovane topbaran kirin. Armanca dagirkeran, projeya Neteweya Demokrtîk têk bibin û aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev bikin.

Rêveberiya Meclîsê di daxuyaniya xwe de got dagirkeran siyaseta koçberkirinê, guhertina demografîk û Tirkkirinê pêk anî û bi deh hezaran welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de bi hezaran sivîl û şervanên ku li dijî êrîşên dagirkeran sekinînin şehîd bûn û darên zeytûnan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin birîn. Rêveberiya Meclîsê destnîşan kir ku sîstema Tirkiyê hewl dide projeya xwe ya dagirkirinê berfireh bike û ji ber wê gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Rêveberiya Meclîsê got divê Rêveberiyên Xweser bi hemû meclîsên xwe li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê serî hildin.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû eşîr û saziyên civaka sivîl kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bi yekdestî bisekinin, her wiha bang li her kesî kir ku tevlî xwepêşandanên ku 20`ê Çileyê li hemû bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, bibin.