Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Fehed Hesekê, Elî Pusat û Nesir bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mihemed El-Bediî (Fehed Hesekê), Feysel Îsa (Elî Pusat) û Mihemed El-Ehmed (Nesir) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanaê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Rewa Hisên axivî û got " Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîdan ji mirinê jiyan afirandin, bi saya wan deriyê azadiyê vebûye û aştî û biratiya gelan belav bûye."

Di merasmê de ji fermandarên QSD`ê Serhildan Roj destnîşan kir ku şehîd rêya azadiyê xêz kirine û got "Em ê bi saya şehîdan terorê tine bikin, şehîd qehremanên neteweya demokratîk in ên ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin."

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Asayîşa Hesekê Telai El-Telai soza şopandina rêya şehîdan û parasina yekîtiya gelê Sûriyeyê da.

Piştre nasnameya şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatan hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartn.