Dîmenê teqîna li Minbicê

Dîmenên êrîşa xwekujî ya li Minbicê hate weşandin.

Rayedarên xwecihî, diyar kirin ku teqîna li kolana Sindis a li navenda bajêr êrîşeke xwekujî ye.

Li gorî agahiyên destpêkê, 2 jê leşkerên Emerîkî herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji bilî leşkerên Emerîkî piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, sivîl in. Tê gotin ku endamekî saziya leşkerî jî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

 Dîmenên êrîşê hate weşandin ku ji aliyê kameraya ewlehiyê ya cihê karekê ve hatibû kişandin.