Serokên êlên herêma Reqayê piştgiriyê didin hêzên QSD’ê

Gelek serokên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û destnîşan kirin ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke giranbuha kiriye.

Gelek serokên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û destnîşan kirin ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke giranbuha kiriye.

Êlan her wiha bal kişandin ser hin kesên bêwijdan ên ku li ser navê wan bi Tirkiyeyê re dixebitin.

Serokên êlên bajarê Reqayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide xewnên xwe di vejîna desthilatdariya Osmaniyan de bibîne.

Serokên êlên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku pêkhateyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi awayekî wekhev û demokratîk dijîn.

Serokê êla Sebxê Mihemed Turkî Elsoan got: "Em komkujiyên ku dewleta Tirk ên li dijî Ermenan ji bîr nakin. Em li vir in û em destekê didin hemû pêkhateyên ku li vî erdî dijîn û destekê didin QSD’ê. Ev hêz ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tên û ax û gelê me diparêzin.”

Her wiha serokê êla Ciabata Telal Hecî Elehmed got: “Em serokên êlên bajarê Reqayê ew gefên dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin û em teqez dikin ku em piştgiriyê didin QSD’ê. Ji ber ji bo ew axa me biparêzin û ji bo gelê herêmî jiyaneke aram bijîn, gelek şehîd dan. Em diyar dikin ku em ê li pey şopa şehîdan bin û em ê axa xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê biparêzin. Ew ê gelên Sûriyeyê her dem azad bin û ew ê tu kes nikaribe me ji hev dûr bixînin.”