Li Dêrikê fermandar Xebat Dêrik li ser gora xwe hate bibîranîn

Sazûmankarê YPG’ê fermandar Xebat Dêrik ku beriya 8’an bi komployekê hatibû şehîdxistin, bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik ku bi komployekê li Qamişloyê hatibû şehîd xistin, di 8’emîn salvegera şehadetê de ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi sedan gelê Girkê Legê, Dêrik û Koçeratê ve bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di bîranînê de bi sedan dayikên şehîdan wêneyê zarokên xweyi şehîd hildan û tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermendarê YPG Nûrî Mehûd axivî û bal kişand  ser qehremantiya Xebat Dêrik.

Li aliyê din xwişka şehîd Xebat Dêrik, Leyla Remedan jî axivî û got; “Şehîd Xebat reng û rêbazê rêxistinê ji me re daye diyarkirin. Em her roj serkeftinê bi dest dixin û hîn zêdetir em nêzî azadiyê dibin. Zanebûn û bawerî di kesayeta şehîd Xebat de yê ku civaka xwe naskiriye jiyan ji nûve vejînkirin afirandiye. Ji bo wê jî kesayetên wekî Xebat di cîhanê de dibin mînakên azadiya fikir û felsefeya ku mirov li ser esasê wê xeta demokrasiyê û têkoşînê ji xwere diyar bike. Avakirina hêza xweparastinê li ser esasê azadiya tevahî gelan şehîd Xebat pêşengê wê bû, va ye îro bi hezarên ciwanên me li ser riya Xebat dimeşin kesayetên mezin kesayetên ku xwe nas dikin, di şopa şehîd xebat de em bi pêş ve çûn.”

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.