Sefîrê nû yê Neteweyên Yekbûyî çû Sûriyeyê
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê wezîfedarkirî Geir Pedersen, roja Sêşemê çû serdana Şamê.
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê wezîfedarkirî Geir Pedersen, roja Sêşemê çû serdana Şamê.
Piştî ku Staffan de Mistura îstîfa kir, 7'ê Çileyê dîplomatê Norwêcî Geir Pedersen bû sefîrê NY'yê yê ji bo Sûriyeyê. Pedersen roja Sêşemê sedana Şamê kir.
Pedersen, ji sala 2011'ê dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û ve bû sefîrê çaran ku ji bo vî welatî hatine wezîfedfarkirin. Beriya niha Mistura, di navbera Tîrmeha 2014’an û Kanûna 2018'an de peywira navbeynkariyê girtibû ser xwe.
Beriya ku Mistura ji peywirê îstîfa bike, di axaftina xwe de ya ku li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir, qebûl kiribû ku hewldanên 'Sazkirina Komîteyeke Nû ya Destûra Bingehîn' bi ser neketiye. De Mistura, hewldanên xwe yên dawî di dorhêla çareseriya ku Tirkiye, Îran û Rûsya de pêk bê saz kiribû.
Piştî ku ev bi ser neketin, wê sefîrê nû jî bikeve nav hewldan û lêgerîna çareseriyê. Lê belê hê nayê zanîn ku wê Pedersen bibe xwedî projeyeke çawa ya çareseriyê û encameke çawa bidest bixe.