Talankirina zeytûnên Efrînê di rojeva Fransayê de ye

 Kovara Le Poînt a Fransayê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan disekine. Kovar li ser talankirina zeytûnên Efrînê sekiniye û balê dikşîne ser sûcên şer.

Kovara Le Poînt ‘Trajediya Kurdan’ di berga hejmara xwe ya di 10’ê Çileyê de bi cih kir. Li ser bergê ev tişt tê nivîsandin ‘Ji bo me şer kirin lê me ew terk kirin.’

Nûçe ji aliyê rojnameger Jeremy Andre ve hatiye amadekirin. Di nûçeyê de ev tişt tê diyarkirin, “Heke pêşbaziyeke rezîl li ser navê operasyonên leşkerî hebûya, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ya bi navê Şaxa Zeytûnê ew ê di wê pêşbaziya rezîl de bibûya yekemîn. Di dagirkeriyê de li ser 200 hezar Kurdan qirkirineke etnîk hate kirin, dest danîne ser mal û axa wan û ev jî semboleke aştiyê ye ne wisa!”

Kovar balê dikişîne ser vî tiştî ku hatina zeytûnên Efrînê ya sala 2018’an nêzî 130 milyon Eûro ye û Tirkiyeyê tevî çeteyên xwe dest daniye ser vê hatinê. Kovar cih dide ax, mal û baxçeyên zeytûnan ên ku hatine dagirkirin û dizîn.

JI EFRÎNÊ TÎNIN TIRKIYEYÊ Û JI WÊ DERÊ JÎ DIŞÎNIN JI EWROPAYÊ RE…

Kovar cih dide şahidan û diyar dike ku darên zeytûnan ên ku hatine dagirkirin, berhemên wan bi kamyonan dibin Ezaz û Dîlokê û dişînin Antakyayê ya ku fabrîkeyên zeytûnan li wê derê heye.

Kovar balê dikişîne ser deriyê sînor ê di 8’ê Mijdarê de di navbera Efrîn û Hatayê de hatibû vekirin û diyar dike ku bazirganiya zeytûnan dane destê bazirganekî li Antakyayê.

PROTOKOLA DI NAVBERA TIRKIYE Û ÇETEYAN DE

Kovar dibêje ku, “Berê ev berhem diçûn Bendergeha Lazkiyeyê. Ji Adara 2018’an û vir ve ji ber ku li qadê rejîma Sûriyeyê bazirganî hatiye qedexekirin, zeytê dişînin Tirkiyeyê û ji wê derê jî difroşin Ewropayê.”

Kovar balê dikişîne ser ‘protokola talanê’ û protokola talankirina baxçeyên zeytûnan bi bîr dixe ya ku di meha Mijdarê de di ANF’ê de hatibû weşandin.

Kovar diyar dike ku kolektîfeke ji malbatên Efrînê yên ku li Fransayê dijîn wê giliyê sûc bikin. Kovar dibêje ku, “Qirkirine etnîk a li ser Kurdan, talan û hilweşandin, ew ê wekî sûcên li dijî mirovayetiyê were naskirin. Komên wekî El Hamza û Ahrar El Şarkiya ên ku ev protokol îmze kirine, ji aliyê serwîsên Ewropayê wekî komên terorîst tên nirxandin.”