ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Sûriyeyê başûrê Îdlibê bombe dike
Hate ragihandin ku yekîneyên topavêj yên artêşa Sûriyeyê başûrê Îdlibê bombe dike. -
Yek ji sembola berxwedana Kobanê: Xelîlê biçûk
Ev pênc sal in, li ser êrîşa hovane ya DAÎŞ'ê li ser Kobanê derbas dibin, lê ew êrîş hîn jî ji bîr naçe. Di wî şerî de gelek sembol û mînak derketin. Yek ji wan sembolan Xelîlê Omer bû. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdema nû ya perwerdeyê
Herêma Firatê bi dersên ji perspektîfa neteweya demokratîk, perwerdeya zanistî û pirzimanî dest bi serdema perwerdeyê ya salên 2019-2020'î kir. Bi deh hezaran mamoste û bi sed hezaran xwendekaran dest bi dersê kirin. -
Navenda perwerdehiya 3 zimanî: Herêma Cizîrê
Li Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala pêşî ya hîndekariyê dest pê kir. Li herêma Cizîrê yu perwerdeiya pir zimanî heye 230 hezar û 489 xwendekar bi zimanê xwe wê perwerde bibin. -
'Me xwest bi çavên zarokan bang li dinyayê bikin'
Nûrî Adnan di sala 2018'an de tevî çend wênevanên profesyonel ên Efrînî li kampên Berxwedan û Serdemê kirin ku bi hezaran zarok hestên xwe bineqişînin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mazdek Ararat li Kobanê hate veşartin
Şervanê YPG’ê Omer Bagci (Mazdek Ararat) ê dema li ser erka xwe şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dicle hate veşartin. -
Li Efrînê ji bo baregeheke leşkerî bi sedan darên zeytûnê hatin birîn
Leşkerên Tirk û çeteyê wê, li gundê Berad ê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi kêmanî 300 darên zeytûnê birîn. Hate ragihandin ku wê li herêmê baregeheke leşkerî ava bikin. -
HRE: Li Efrîn û derdorî wê derbên giran li dagirkeran hate xistin
HRE li Efrîn û derdorî wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakiyên bibandor lisar xist. -
Li Reqayê hewldana rakirina bermahiyên şer
Du sal bi ser rizgarkirina bajarê Reqayê re derbas bûn. Meclîsa sivîl a bajêr hewl dide ku hemû bermahiyên şer yên li bajêr rabike û jiyaneke aram ji bo welatiyan ava bike. -
Teqîneke mezin li navenda Efrînê pêk hat
Li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku ji ber teqînê gelek kes mirine û birîndar bûne. -
Li Efrînê 9 sivîlên din hatin revandin
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin her roj sivîl tên revandin. Herî dawî 9 sivîl hatin revandin. -
Artêşa Tirk bombe li gundên Şêrawayê barand
Artêşa Tirk bombeyan li gundê navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Li Dêra Zorê pêşiya komkujiyekê hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê, tankera ku rêjeyek zêde madeyên teqemenî li nav rûxand û pêşiya komkujiyekê girt. -
Li Minbicê teqînek pêk hat
Li Minbicê kamyoneke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kes mirine. -
Komxebata Eşîrên Kurd bi daxuyaniyekê dawî bû
Di Komxebata Eşîrên Kurdî de ku li dijî gefên dewleta Tirk banga yekîtiyê hate kirin de, ji bo çareseriya krîzên Sûriye û dîsa astengkirina her cûre gefan bang li hikûmeta Sûriye hate kirin ku bi MSD’ê re bikeve nava diyalogê. -
Eşîrên Kurd ên Rojavayî di komxebatê de li hev kom bûn
Eşîrên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê di komxebatê de li hev kom bûn. -
Li Mare û Efrînê 3 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare û navçeya Şera ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin. -
YPG’ê li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon li dar xist
Yekîneyên operasyona taybet ên YPG’ê li herêma Dêra Zor û Şedadê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist. Di operasyonê de 4 çete hatin girtin û 2 çete jî di şer de hatin kuştin. -
HRE: Li Ezaz û Babê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Ezaz û Babê de 3 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê 7 sivîl hatin revandin, gule li gundiyan hate reşandin
Çeteyên dewleta Tirk li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsa Efrînê 7 sivîl revand û gule li ser gundiyan reşand. Ji serê meha Îlonê ve herî kêm 52 sivîl hatine revandin. -
Li Efrînê sivîl tên revandin û qetilkirin
Li Efrînê artêşa Tirk û çeteyênw ê Rêveberê Nexweşxaneya Cîhan Dr. Sebir Henan revandin û kesek jî bi êşkenceyê qetil kir. -
Çeteyên Tirkiye li Efrînê 7 sivîlên din jî revandin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ‘Polîsên Leşkerî’ xwe bi nav dikin, li gel îstixbarata Tirk avêtin ser malên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirês a Efrînê. Piştî lêgerîna li gund 7 sivîl revandin. -
Li Efrînê di 10 rojan de herî kêm 37 kesên sivîl hatin revandin
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna ku hatiye dagirkirin du sivîlên din revand. Ji serê meha Îlonê heta niha 37 kes hatine revandin. -
‘Bajarê pîroz’ Minbîc dikare ji bo Sûriyeyê bibe model
Minbîc a ku wekî ‘bajarê pîroz’ tê zanîn û yek ji bajarê qedîm ê Bakurê Sûriyeyê ye, piştî ku hate azadkirin, gelên herêmê jiyana hevpar a azad bi hev re ava dikin. -
Dagirkerên li Efrînê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, Hemada Hisên Henîf ê berî 5 rojan li navçeya Reco ya Efrînê revandibû, qetilkirin.