ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Em ê li dijî gef û êrîşan bibin yek'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rihan Loqo diyar kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava jin wê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe bidin û got, "Li dijî gef û êrîşan em ê bibin yek." -
Li gundê Ewn Dadaet a Minbicê teqînek pêk hat
Li nuqteyeke ya komên çetey yên bi navê ‘Mertala Firatê’ ku girêdayî dewleta Tirk a dikeve gundê Ewn Dadaet a bakurê Minbicê teqînek bi hêz pêk hat. -
2 hezar zarok tabloyeke 500 metre xêz kirin
Li Kampa Serdemê 2 hezar zarokên Efrînî li ser caweke bi dirêjiya 500 metreyî xeyal û êşên xwe xêz kirin. Tablo diyarî Alan Kurdî hate kirin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê El-Ebdullah hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Ebdullah li navçeya Şedadê ya Hesekê bi merasîmeke hate veşartin. -
Sefîrê DYE: Hindik maye ku em bi Talîbanan re li hev bikin
Li bajarê Doha yê Qatarê tûra 9’emîn a muzakereyan a di navbera DYE û Talîbanan de bi dawî bû. Sefîrê DYE Zalmay Halîlzade diyar kir ku hindik maye bi Talîbanan re li hev bikin. -
Li Dêra Zorê berpirsê aboriya şaneyên veşartî yê DAÎŞ’ê hate girtin
YPG’ê ragihand ku di encama çalakî û operasyonên hêzên wan de berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê Mihemmed Remedan Eyd El-Tala hate girtin. -
HRE: Li Efrînê 16 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyan de 16 dagirker hatine kuştin. -
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gel û xaka xwe biparêzin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyaz diyar kir, QSD ji deverên ku weke 'herêma ewle' hatine destnîşankirin vekişiya ye û herêm di kontrola wan de ye. Feyaz got, "Êrîşek bê kirin em ê gelên xwe û xaka xwe biparêzin." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê ji nû ve avabûnê
QSD sîstema xwe ya parastinê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya meclîsên leşkerî de bi rêxistin dike. -
Komxebata Eşîran: Gef sûdê dide DAÎŞ’ê
Piştî komxebata eşîrên Herêma Firatê encamname hate xwendin û hate gotin ku gefên dewleta tirk nayên qebûl kirin. -
Li Girê Spî gefên dewleta Tirk tê nîqaşkirin
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, di komxebata eşîrên Firatê de axivî û got: “Niha em dîrokekî nû ku xizmetê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bike dinivîsin.” -
HRE'yê şervanê ku bi krîza dil şehîd bû bi bîr anî
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şervanê bi navê Zinar Canşêr ku 29'ê Tebaxê bi krîza dil şehîd bûyî bi bîr anî. -
HRE: Li Efrîn û Mare 6 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Mare û Efrînê di çalakiyên hêzên wan de 6 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Eşîrên Ereb li dijî dagirkeriyê li Girê Spî li hev kom bûn
Eşîrên Ereb li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, erê ji Sûriyeyeke ewle re' li Girê Spî li hev kom bûn. -
Li Şehbayê sala 3'emîn a perwerdeyê ya bi şert û mercên giran
Mamoste û xwendekarên Efrînî di nava şert û mercên giran de dest bi saleke nû ya perwerdeyê dikin. Mamosteyên Efrînî ku wê li binê kon û xirbeyan dest bi perwerdeyê bikin, dixwazin piştgirî ji wan re bê kirin. -
Li Îdlîbê koalîsyona navneteweyî êrîşeke hewayî kir
Hate ragihandin ku balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî li bakurê Îdlîbê êrîşeke hewayî li dar xistine. -
Artêşa Tirk gundên Şêrewayê bombe dike
Artêşa Tirk bombeyan li gundên Mezin û Başemirê ya Şêrewayê dibarînin. -
’Xakên xerîb ji me re nabin war’’
Dr. Şexmûs ku dema şer çûyî Ewropayê got, li wan deran debar nekiriye û dîsa vegeriyaya Qamişloyê û domand, ‘’Doktorên me yên ku çûne Ewropayê bila vegerin ser warê xwe, hewcehiya gelê me bi wan heye.’’ -
Di bombeberana Şêrawa de sivîlek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê barand û di encamê de sivîlek birîndar bû. -
Li Dêra Zorê hucreyekî din a DAÎŞ’ê hate têk birin
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Dêra Zorê li bajarokê Zîban hucreya DAÎŞ’ê têk bir. -
Balafirên keşfê li esmanên Şera û Şêrewa difirin
Balafirên keşfê li ser esmanên navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê difirin. -
Di teqîna li Ezazê de çeteyek mir
Li navçeya Soran a Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye, dema derbasbûna wesayîta Alî Tamer Şeyh qaşo serokê meclîsa xwecihiye teqînek çêbû. Di teqînê de çeteyek mir. -
HRE: Li Babê 8 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li herêma Babê de 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Rûsya li Îdlibê agirbesta yek alî îlan kir
Rûsyayê ragihand ku ji 31’ê Tebaxê ve li Îdlibê agirbesteke nû ragihand. Agirbesta beriya wê 3 rojan dom kir û bi ketina Han Şeyhûnê re bi dawî bûbû. -
Li Îdlibê xwepêşandana mezin a li dijî Tirkiyeyê: Xayin Tirkiye
Li Îdlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê dirûşmên "Xayin Tirkiye" qîriyan û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan. Leşkerên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan leşkerên Tirk.