Li Efrînê ji bo baregeheke leşkerî bi sedan darên zeytûnê hatin birîn

Leşkerên Tirk û çeteyê wê, li gundê Berad ê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi kêmanî 300 darên zeytûnê birîn. Hate ragihandin ku wê li herêmê baregeheke leşkerî ava bikin.

Êrîş û kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gelê sivîl ê Efrînê bê navber didome. Her wiha qirkirina xwezaya bajar jî her diçe tê talankirin. Leşkerên Tirk û çeteyê wê, li gundê Berad ê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi kêmanî 300 darên zeytûnê yên cotyarê bi navê Ehmed Mamo birîn. Welatiyên gund anî ziman ku cihê dar lê hatî birîn wê baregeheke leşkerî bê avakirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku hinek bazirgan fersendê ji rewşa zor a cotyaran digirin dixwazin bi bihayeke kêm ji wan bikirin. Ev baziragan daxwaz ji serçeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe dike ku zorê li cotyaran bike, li pêşberî vê jî ji sedê 22’yê qezenca xwe bide wî.