Li Efrînê sivîl tên revandin û qetilkirin

Li Efrînê artêşa Tirk û çeteyênw ê Rêveberê Nexweşxaneya Cîhan Dr. Sebir Henan revandin û kesek jî bi êşkenceyê qetil kir.

Pêkanîn û kiryarên der mirovî yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê bê navber dewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dagirkeran Rêveberê Nexweşxaneya Cîhan Doxtor Sebir Henan ê 75 salî revandin. Tikildarî aqûbeta Henan ti agahiyek nehate girtin.

Li aliyê din leşkerên Tirk û çeteyên wê sivîlê bi navê Hemada Hisên Henîfî yê berî 5 rojan revandibû duh qetilkiribû. Li ser bedena cenazeyê Hemada şopên êşkenceyê bi dîmenên hatibûn kişandin bi vekirî dihate dîtin.

Cenazeyê Hemada îro ji aliyê malbatê ve li gundê Belîlka yê Recoyê hate veşartin.