Li Efrînê di 10 rojan de herî kêm 37 kesên sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna ku hatiye dagirkirin du sivîlên din revand. Ji serê meha Îlonê heta niha 37 kes hatine revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker di 10’ê Îlonê de li gundê Qudê yê Efrînê cotkarên bi navê Fûad Bekir û Heyfa Bekir revand. Ev kesên ku hatine revandin aqûbeta wan nayê zanîn.

Her roj kesên sivîl dibin hedef û revandin. Ji serê meha Tîrmehê û heta niha bi sedan kes hatine revandin. Tê diyarkirin ku di mehên Tîrmeh û Tebaxê de herî kêm 500 kes hatine revandin. Li gorî îstatîstîkên ANF’ê jî ji serê meha Îlonê û vir ve herî kêm 37 kes hatine revandin lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e.

Di 8’ê Îlonê de artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Cuqê yê Efrînê herî kêm 13 kes revand.

Di 7’ê Îlonê de 2 sivîlên Efrînî hatin revandin, aqûbeta wan nayê zanîn.

Di 6’ê Îlonê de çeteyên girêdayî rejîma Enqereyê girtin ser gundê Belîlko yê Racoyê û 6 sivîl revandin.

Di 5’ê Îlonê de jî li gundê Qurtqelaqê yê Şêrayê ji heman malbatê 4 sivîl hatin revandin.

Di 3’ê Îlonê de jî ji gundê Ciwêqê yê Efrînê yek jê jin 10 sivîl hatin revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirine. Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kiribû û di 18’ê Adarê de bajar hatibû dagirkirin. Piştî dagirkirina bajêr li herêmê sûcên şer tê kirin. Her roj mal û milkên gel tên desteserkirin, kesên sivîl ji bo fîdyeyê tên revandin û êşkence li wan tê kirin.