HRE: Li Ezaz û Babê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Ezaz û Babê de 3 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê HRE de hate gotin; “Hêzên me bi sê çalakiyên sekvaniyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî ên li Ezaz û Babê kirin hedef û gelek çete kuştine.

Roja 10’ê Îlonê hêzên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê li dar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê hêzên me li hember kombûna hejmarek ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Hezwan yê girêdayî herêma Babê 2 çalakiyên hemwext ên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Di 09-10’ê Îlonê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Merenaz yê girêdayî navçeya Şera û gundê Herbil yê herêma Şehba kirin, her weha balafirên keşfê yên Tirk li ser gundên navçeya Şêrawa geriyan.”