Li Efrînê 7 sivîl hatin revandin, gule li gundiyan hate reşandin

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsa Efrînê 7 sivîl revand û gule li ser gundiyan reşand. Ji serê meha Îlonê ve herî kêm 52 sivîl hatine revandin.

Çeteyên bi navê Tûgaya Semerkantê yên artêşa Tirk a dagirker duh êvarî girtin ser gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsa Efrînê. Çeteyan gule li gundiyan reşandine û herî kêm 7 sivîl revandine.

Hate diyarkirin ku şêniyên bi navê Dilşan Koçer, Evdilrehman Bermece, Zelûx Hisên, Mihemed Bermece û Xelîl Bermexe hatine revandin.

GUNDIYAN LI BER XWE DAN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîşa duyemîn a çeteyan de gundiyan li ber xwe dane û di vê berxwedanê de 4 sivîl birîndar bûne. Piştî êrîşî jî gundiyên bi navê Abdurrehamn Bermece , Şaban Bermece û Mûrad Bermece jî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

Çeteyan di 10’ê Îlonê de jî ji heman gundî 7 sivîl revandibûn.

Dagirkeran di 10’ê Îlonê de bijîşk Sebir Henan (75) ê rêveberê nexweşxaneya Cîhan a Efrînê revandibûn.

Hate hînbûn ku çeteyan di meha Tebaxê de sivîlê bi navê Hemada Hisên Henfî revandine û piştre qetil kirine. Di dîmenan de tê dîtin ku êşkence jî lê hatiye kirin.

DI 11 ROJAN DE 52 SIVÎL HATIN REVANDIN

Her roj kesên sivîl dibin hedef û revandin. Ji serê meha Tîrmehê û heta niha bi sedan kes hatine revandin. Tê diyarkirin ku di mehên Tîrmeh û Tebaxê de herî kêm 500 kes hatine revandin. Li gorî îstatîstîkên ANF’ê jî ji serê meha Îlonê û vir ve herî kêm 52 kes hatine revandin lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e.

Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirine. Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kiribû û di 18’ê Adarê de bajar hatibû dagirkirin. Piştî dagirkirina bajêr li herêmê sûcên şer tê kirin. Her roj mal û milkên gel tên desteserkirin, kesên sivîl ji bo fîdyeyê tên revandin û êşkence li wan tê kirin.