Teqîneke mezin li navenda Efrînê pêk hat
Li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku ji ber teqînê gelek kes mirine û birîndar bûne.
Li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku ji ber teqînê gelek kes mirine û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, teqîn serê sibehê li ser rêya Raco ya li navenda Efrînê pêk hat.
Li gorî hin çavkaniyan bi wesayiteke bombebarkirî teqîn pêk hatiye. Li gorî hin dîmen û wêneyên li medya civakî hatin weşandin, avahiyên li derdorê zerareke mezin ji teqînê dîtine.
Der barê teqînê de agahiyên berfireh bi dest nehatin xistin.