Li Efrînê 9 sivîlên din hatin revandin
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin her roj sivîl tên revandin. Herî dawî 9 sivîl hatin revandin.
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin her roj sivîl tên revandin. Herî dawî 9 sivîl hatin revandin.
Çeteyên Feyleq El Şam ên ser bi dewleta Tirk sibeha Înê li gundê Dêrbelûtê yê navçeya Cindirêsê 9 sivîl revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî sivîl; Mihemed Menan Silêman, Mihemed Mihemed Silêman, Loqman Mihemed Abdo, Ehmed Wehîd Şiko, Îsmaîl Şêx, Bekir Mihemed Belker, Cihad Mihemed Xelîl, Şêxmûs Reşid Tahir û Mehmûd Mihemed Izat Fatume hatin revandin.
Nayê zanîn ku sivîlên hatine revandin bi ku ve birin.
Li gundê Kefer Sefrê jî di 10'ê Îlonê de 14 sivîl hatibûn revandin. Sivîl ji aliyê çeteya ku weke xwe 'Tûgaya Semerkant' pênase dike ya ser bi dewleta Tirk ve hatibûn revandin.
DI NAVA 12 ROJAN DE HERÎ KÊM 61 SIVÎL HATIN REVANDIN
Êrîşên li dijî sivîlan mehên dawî zêde bûn. Roj nîne ku sivîl nayên revandin. Ji destpêka meha Tîrmehê ve bi sedan sivîl hatin revandin. Tê gotin ku hejmara sivîlên di navbera Tîrmeh û Tebaxê de hatine revandin zêdeyî 500 kes in. Li gorî daneyên ANF'ê ji destpêka meha Îlonê ve herî kêm 61 sivîl hatin revandin. Tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn ji vê yekê gelekî zêdetir e.
Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û di 18'ê Adarê de bajar dagir kir. Ji dema dagirkirinê ve bi rêk û pêk sûcên şer tên kirin. Her roj malên sivîlan tên desteserkirin, sivîl ji bo wergirtina fîdyeyê tên revandin, êşkence li sivîlan tê kirin an jî tên kuştin.