Li Mare û Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare û navçeya Şera ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li bajarê Mare û navçeya Şerayê li dijî artêşa Tİrk û komên wê yên çete çalakiyên xwe didomînin.

Di daxuyaniya HRE'yê de hate gotin, "Di 12'ê Îlonê de li derdora bajarê Mareyê tîmên me yên sekvan li dijî komên çete çalakiyek kirin û di encamê de çeteyek hate kuştin.

Di heman demê de li derdora gundê Malîkiye yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî koma çete Cebha el Şamiyê hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin."