Komxebata Eşîrên Kurd bi daxuyaniyekê dawî bû

Di Komxebata Eşîrên Kurdî de ku li dijî gefên dewleta Tirk banga yekîtiyê hate kirin de, ji bo çareseriya krîzên Sûriye û dîsa astengkirina her cûre gefan bang li hikûmeta Sûriye hate kirin ku bi MSD’ê re bikeve nava diyalogê.

Komxebata Eşîrên Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriye ku li bajarê Dêrik ê Kantona Qamişlo pêk hat, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de li dijî gefên dewleta Tirk bang yekîtiyê li hemû gelên Sûriyeyê hate kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em kesên beşdarî komxebatê bûne ji raya giştî re diyar dikin ku doza Kurdî li Sûriyê wê bi rêya çareseriyeke wekhev û destûreke Sûrî demokratîk a nû wê biparêze, veguhestina serekeke ya çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahî herêmê ye. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji beriya zêdeyî 5 salan û heta niha sedema aramî û ewlehiya ku em û hevalbendên xwe li welat jiyanekek hevbeş dijîn. Çarenûsa me yek e. Hevrêyên me di yek xendeqan de çi Ereb, Suryan, Ermen, Musilman, Xiristiyan û Êzidî.

‘TEHDÎAN RED DIKIN’

Em gefên ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku destekê dide DAÎŞ’ê û rêxistinên faşîst red dikin. Hemû xebatên ji bo aştî, aramî û ewlehiya li Sûriyê û herêmê têk dibe. Gefên wan bi awayekî neynî bi deh qatî bandorê li hundirê Tirkiyê dike. Ev yek ne li gorî zagonên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Di heman demê de ne li gorî serweriya, pîvanên navdewletî yên başbûna dewletên cîran e.

‘ÎDÎAYÊN DEWLETA TIRK JI RASTIYÊ DÛR IN’

Gotegotên ku rejîma Tirkiyê dibêje ji rastiyê pir dûr in. Bi taybet ku rejîma Tirkiyê nikare rewşeke dijber ji aliyê me ve ku aramiya Tirkiyê û dewletên cîran tevlîhev bike, bêje. Lê berovajî vê yekê em hemû dizanin ku rejîma Erdogan ji kesên sereke ye ku destek dan da DAÎŞ’ê ku herêmê dagir bikin. Me guleyek ber gel û sînorê Tirkiyê ve ne avêt. Ji ber em aştîxwazin û em bi rêya Rêveberiya Xweser diyalogên ku serweriya Sûriyê û yekîtiya axa wê dixwazin da ku aloziyên me çareser bibin.

BANGA YEKÎTIYÊ

Em bang li hemû gelên Sûriyê li tevahî erdnîgariya Sûriyê dikin ku li dijî gefan di yek rêzê de bisekinin. Em bang li DYA’yê ku Koolîsyona Navdewletî bi rêve dibe, kombûna dewletên Ereban û hemû rêxistinên mafên mirovan ku bi erka xwe rabin. Ji bo bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Cerablûs, Ezaz, Îdlib û hemû herêmên Sûriyê re bixebitin û di serî de Efrîna berxwedêr.

BANGA DIYALOGÊ YA JI BO ŞAMÊ

Em bang li Şamê dikin ku dest bi diyalogên cidî bi MSD`ê re bike da ku aloziya me çareser bibe û hemû hewldanên li dijî ewlehî, xaka werin qutkirin û Sûriyê ji hemû pêkhateyan re be."

Em soza xwe bi QSD`ê re nû dikin ku em ê li hember hemû êrîşan bisekinin, her wiha em ê li kêleka rêveberiya xwe Rêveberiya Xweser a Demokratîk biskinin heta ku hemû arîşe û metirsî bidawî bibin.