‘Bajarê pîroz’ Minbîc dikare ji bo Sûriyeyê bibe model

Minbîc a ku wekî ‘bajarê pîroz’ tê zanîn û yek ji bajarê qedîm ê Bakurê Sûriyeyê ye, piştî ku hate azadkirin, gelên herêmê jiyana hevpar a azad bi hev re ava dikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bi piştgiriya şervanên YPG û YPJ’ê di 15’ê Tebaxa 2016’an de Minbîc azad kiribûn. Li Minbîcê Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen bi hev re jiyana hevpar ava dikin.

Minbîc yek ji bajarê girîng ê bazirganî û çandiniyê yê Sûriyeyê ye. Di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê de derîyekî derbasbûnê ye. Li Minbîcê 400 hezar kes dijîn.

Minbîc a ku 7 caran hatiye dagirkirin, di bin serweriya Asûr, Roma, Memluk, Fatimî, Eyyûbî, Selçûkî û Osmaniyan de ma.

Minbîc navê wê tê wateya ‘bajarê pîroz’ û bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûye yek ji bajarê stratejîk ê herêmê. Di sala 2012’an de ketibû destê OSO’yê û piştre jî di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin.

YPG, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê di 1’ê Hezîrana 2016’an de operasyona azadkirina Minbîcê hatibû destpêkirin û bajar di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin.

Rêveberîya sivîl a yekem a bajêr di 20’ê Nîsana 2016’an de li bajaroka Sirînê ya Kobanê hatibû avakirin. Endamên meclîsê berê 43 kes bûn lê piştî azadkirina bajêr ev hejmar bû 132. Di 20’ê Sibata 2017’an de civînek hate lidarxistin. Di meclîsê de yek Ermen, yek Çeçen, 8 Çerkez, 11 Tirkmen, 40 Kurd, 71 Ereb hene.

Li bajêr ji aliyê din ve jî xebatên avakirinê didome. Ji aliyê din ve jî şêniyên bajêr çandinî û bazirganiyê dikin û aboriya bajêr geş dikin.

Di nav sînorên Minbîcê de, li ser çemê Feratê Keleha Necmê heye û ev der cihekî tûrîstîk e.

Minbîc ligel ku gelek caran hatiye dagirkirin jî wekî Keleha Necmê li ser xwe ye û ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn modeleke girîng e.