Yek ji sembola berxwedana Kobanê: Xelîlê biçûk

Ev pênc sal in, li ser êrîşa hovane ya DAÎŞ'ê li ser Kobanê derbas dibin, lê ew êrîş hîn jî ji bîr naçe. Di wî şerî de gelek sembol û mînak derketin. Yek ji wan sembolan Xelîlê Omer bû.

Xelîl Omer ew zarokê ku li pêş kamerayê sekinî û bi çoş û moraleke mezin got, 'ez ji Kobanê dernakevim naçim tu deverên din'. Di Îlona 2014'an de dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir xelk paşda vegeriya, lê ew dîmenê Xelîl bandoreke pir mezin çêkir di milê moral û sekin de. Cihê meraqê bû ku gelo ew zarok li ser axa Kobanê ma? yan ew jî wekî xelkê ji mecbûrî berê xwe da koçberiyê?

Piştî 5 sal ser wî dîmenî re derbas bûn me jî wek her kesî meraq kir ku em Xelîl careke din bibînin û ka binhêrin ji kamireya ANF re çi dibêje.

Xelîl niha 14 salî ye ku ew bi xwe ji gundekî başûrê Kobanê ye, kurê mezin ê malbateke ku ji 7 zarokan pêk tê ye.

Dema me dît yekser pirsa me ev bû Xelîl tu ji Kobanê derketî? Xelîl eynî ew gotinên 5 salan berê kirî got "ez ji Kobanê derneketim û dernakevim ev axa min e, ez biçim li wir çibikim"

Malbata Xelîl jî wekî bi dehan malbatên ji Kobanê derneketin ku DAÎŞ'ê rojane ew topbaran dikirin.

Xelîl ji me re qala wan rojan kir wek şahidê gelek bûyeran û wiha got: "Dema em ji gund derketin bi kul û keser bûn. Dema em çûn ser sînor li pêş tang û topên Tirkiyeyê, DAÎŞ'ê top diavêt me. Me jî bi çavên xwe dîtin ku çawa yekî lal bi guleyên DAIŞ hat kuştin."

Axaftinên Xelîl ji temenê Xelîl mezintirin, niha jî bi malbata xwe re kar dike ta ku debara serî 9 kulfetan bike.

Ev 5 sal ser êrîşên DAIŞ ser Kobanê re derbas bûn, lê xelkê Kobanê ew bûyeran bi çûk û mezinên xwe ji ber kirine ji roja ji gundê xwe derketine heta roja vegera wan.

Di dîmenê ku Xelîl li ser sînor tê de axivî, Xelîl bi zarokatiya xwe hestên zarokekî û di nav de jî hestên her kurdekî anî bû ziman û di dawî de dema ku temenê wî tê pirsîn dibêje: ''Nizam''. Xelîl hîna temenê xwe nizane û ji kesî jî nepirsiye lê Xelîl li ser sînor çi bi malbata xwe re jiyaye ji bîr nekiriye û wan rojan bi hûrdeyên êşa wan tîne bîra xwe û ji berê zêdetir ji axa hez dike.