Eşîrên Kurd ên Rojavayî di komxebatê de li hev kom bûn

Eşîrên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dêrikê di komxebatê de li hev kom bûn.

Komxebata eşîrên Kurdî li eywana Biradîs ê bajarê Dêrikê tê lidarxistin. Hezar û 200 delege ji eşîrên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kîkan, Ezîza, Omerî, Gabar, Şêxan, Deqorî, Beraza, Dazwanî, Hesarî, Keça, Teyî, Omerka, Cobira, Elîka, Mûsa Reşa, Mîra, Batawa, Baweliya, Hisna, Harûna, Mêrsinî, Xêrikan û Gebeka) beşdarî komxebatê bûne.

Her wiha nûnerên ji YPJ/YPG/QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn, MSD, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, partiyên siyasî, rewşenbîr û hejmareke ji mêvan û şêx û rûspiyên eşîrên erebî beşdarî komxebatê bûne.

Her wiha jin bi cilên xwe yên kurdî beşdarî komxebatê bûne.

Endamê Komîteya Amadekar Yûsif Hacî der barê lidarxistina komxebatên wiha got:"Armanca me ji komxebatê nîqaşkirina gefên dewleta Tirk û geşdanên dawî li ser qada siyasî, her wiha çawaniya jiyaneke aram di navbera pêkhateyên herêmê de ye."

Hacî di axaftina xwe de diyar kir ku armanca komxebatê yekrêziya kurdî der barê gefên dewleta Tirk a dagirker û komên çete li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di komxebatê de bi navê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevserokê Meclisa Eşîran û Rûsiyên Hewas Cideyî axivî. Cideyî destnîşan kir ku komxebat di pêvajoyeke hesas ku herêm têre derbas dibe tê lidarxistin û bi taybet gefên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk li dijî herêmê.

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, piştî axaftinê vekirinê, wê axaftin ji aliyê partiyên siyasî ve, werin kirin. Her wiha wê gefên dewleta Tirk û geşdanên dawî li ser qada siyasî, her wiha çawaniya jiyaneke aram di navbera pêkhateyên herêmê de, werin nîqaşkirin.

Di dawiya komxebatê de, wê daxuyaniyek ji raya giştî re were dayîn.

Komxebat bi axaftinan didome…