ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê li gelên herêmê kir. -
Êzidiyên li Şehbayê astengiyên li pêşiya Çira TV şermezar kirin
Nûnerên Saziyên Êzidiyan ên Efrînî yên li Şehbayê qedexekirina karên Çira TV ên li Şêxan şermezar kirin û ji rayedaran xwestin ku qedexeyê bi dawî bikin. -
Zarokên Firatê yên li paytexta tarîtiyê -ÇAVDÊRÎ
"Di demekê de ku kesî newêrîbû biaxive, em hatin navenda tirsê. Me berdêlên giran dan û li pêşberî rengê şîn ku nîşaneya hêviyê ye, ne rengê reş lê zarokên Firatê hene." -
Rêveberiya Xweser: Heke êrîş were kirin wê DAÎŞ dîsa xwe ava bike
Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş ike wê encamên vê êrîşê gelekî giran be. -
Artêşa Tirk navçeya Til Rifatê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê bomberdûman dikin. -
Li Girê Spî Meclîsa Leşkerî û Koalîsyonê dewriyeke hevpar li dar xist
Li ser xeta sînor a Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Girê Spî Meclîsa Leşkerî û Koalîsyonê dewriyeke hevpar li dar xist. -
Li Serêkaniyê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê ser bi Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin. -
Plana hevpar a dagirkeriyê ya TC, rejîma Sûriyeyê, Rûsya û Îranê
MÎT û Mûhaberat bi navbeynkariya Rûsya û Îranê dema dawî gelek hevdîtin kirin. Tê gotin ku di hevdîtinan de hatiye destnîşan kirin ku divê bakurê Sûriyeyê bê dagirkirin û piştre di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de bê parvekirin. -
Hiso: Eşkere ye ku Erdogan biryara şer û komkujiyê wergirtiye
Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso got, "Eşkere ye ku Erdogan biryara şer wergirtiye" û destnîşan kir ku wê xwe biparêzin. Hiso diyar kir, biryara şer biryara hevpar a Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ye û bang li gelên herêmê kir ku bibin yekdeng. -
Çavdêriyên li Rojava: Jiyana di nava şer û ambargoyê de!
Dayikên ku di nava deh deqeyan de me hev nas kirin, bi dilgermî em hembêz kirin û oxir kirin. Mîna ku dengê dayikekê ku dibêje 'Tu zane ku xak çi ye lawo?' tê guhê me... Piştre jî mirov fêhm dike ku xak dayik e, xak welat e. -
Li dijî dewleta Tirk em ê mafê parastina rewa bixebitînin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got di êrîşeke pêkan a dewleta Tirk de li herêmê wê bobelatek çêbibe û li dijî êrîşeke pêkan ew ê mafê parastina rewa bixebitînin. -
Tirkiye êrîşê bîne wê kes dest û pî girêdayî nesekine
Berdevkê MSD'ê Emced Osman got heke Tirkiye êrîşê bîne ser herêmê gelên herêmê û QSD wê dest û pî girêdayî nesekine. -
YPG: 6 şehîdên 2015-2016'an bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGê agahiyên nasnameyê yên 6 şehîdên sala 2015-2016'an da û ew bi bîr anîn. -
Li Bab û Cerablûsê teqîn
Li Bab û Cerablûsê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîn pêk hat. -
HRE’yê bîlançoya dagirkeran a 2 mehan eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya du mehan a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê eşkere kir. HRE’yê got ku, heta Efrîn azad bibe wê têkoşîna wan a li hemberî dagirkeran bidome. -
Hikumeta Elmanyayê derbarê heyetên çûne Rojava daxuyanî da
Hikumeta Elmanyayê li ser pirsa Partiya Çep diyar kir ku çima heyeteke rayedarên Elman û Fransayê di meha Îlonê de çûne Rojava. -
Çavdêriyên Rojava: Serfiraziya kesên ku xwe feda kirine
“Li ser vê axê, li dîwarê her malê wêneyek hatiye daliqandin û çîroka qehremanên bênav tê vegotin. Ev jî diyar dike ku ev şer bi çi awayî hatiye qezenckirin.” -
MSD’ê nameyek ji Gûterres û Pederson re şand
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres û ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Geîr Pederson re şand. -
Leşkerên Tirk li Efrînê sivîlek şehîd kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn navendê vê spedeyê hewl da ku kargeha sivîlê bi navê Ednan Reşîd talan bike. -
Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê hatin bîranîn
Şervanên YPJ'ê Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê di salvegera 5'an a şehadeta wan de bi bîr anîn. -
Çeteyê DAÎŞ'ê Rîedîjk: Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Hollandayî Yago Alexandre Rîedîjk di destê QSD'ê de ye. Rîedîjk got, "Min hîn jî fêhm nekiriye ku DAÎŞ'ê çima li dijî Kurdan şer kir, ti feydeya xwe nebû. Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî." -
Di sala 2019’an de li Sûriyeyê 173 kes ji ber teqemeniyan mirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Sûriyeyê di sala 2019’an de 41 jê zarok herî kêm 173 kes ji ber mayîn û teqemeniyên şer mirine. -
Ebdî: Daxwaza Erdogan ewlekarî nîne, dagirkerî ye
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku mekanîzmaya ewlekariyê ya ku QSD jî tevlî bûye bi rê ve diçe, lê belê tevî vê yekê Serokkomarê Tirk Erdogan di hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî de plana dagirkirinê pêşkêşî bazarê kiriye. -
Gelên Qamişloyê meşiyan nûneriya NY
Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê tevlî xebatên komîteya Destûra Bingehîn nehatine kirin, gelê Qamişlo ev biryar protesto kir. -
Dagirker bombeyan diavêjin gund û keleha Şewarxayê
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan diavêjin gund û keleha Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê.