HRE: Li Efrîn û derdorî wê derbên giran li dagirkeran hate xistin
HRE li Efrîn û derdorî wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakiyên bibandor lisar xist.
HRE li Efrîn û derdorî wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakiyên bibandor lisar xist.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çarçoveya çalakiyên berxwedanê de, hêzên wan di du rojên borî de rêze çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê lidar xistin.
HRE li ser çalakiyan ev agahî parve kir:
“a12’ê Îlonê hêzên me bi du çalakiyan liv û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê kirin armanc.Çalakiya yekemîn li ser rêka diçe pira nû û ya duyemîn jî li ser pira diduyan pêk hatin.Di encama her du çalakiyan de ziyaneke madî gihişt çeteyan lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bi dest neketin.
13’ê Îlonê hêzên me çalakiyek bi bandor li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa lidar xistin, di encamê de ew barageh hat ruxandin û 3 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.
13’ê Îlonê hêzên me bi çekên giran wesayîteke doçka barkirî li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê kirin armanc, di encama çalakiyê de wesayît tevî çeka li ser hat ruxandin û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
13’ê Îlonê hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Seyid Elî yê girêdayî bajarê Mare kirin armanc, di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên me bi çekên navîn çeperên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Til Malidyê girêdayî bajarê Mare kirin armanc, di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
11-13 Îlonê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan gundên navçeya Şera Merenaz û Malikiyê; gundên navçeya Şêrawa Bênê û Aqîbê topbaran kirin.Di encamê de ziyanek madî ya mezin gihişt mal û zeviyên gundiyan. Her weha belafirên bê mirov ên Tirk li ezmanê navçeya Şera geriyan.”