Cenazeyê şervanê YPG’ê Mazdek Ararat li Kobanê hate veşartin

Şervanê YPG’ê Omer Bagci (Mazdek Ararat) ê dema li ser erka xwe şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dicle hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG, YPJ û nûnerên saziyên sivîl ji bo cenazeyê şervanê YPG‘ê Omer Bagcî (Mazdek Ararat) ê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kom bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG destpê kir. Paşê endama Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Medya Doz axivî û ev got: "Şehîdên me xwedî fikir, nirx û rumet in, ji bo azadiya gelê xwe destanên efsenewî xêz kirin. Şehîd Mazdek ji wan şehîdane ku mîraseyeke mezin di dilê me de hişt." Medya soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî jî axivî û  got, ew şehîdekî pir hêja li ber dilê xwe oxir dikin; "Şehîd Mazdek têkoşînek dem dirêj demdirêj li Kobanê da meşandin da ku rastiya berxwedana Kobanê û fedekariya şehîdan ji cîhanê re ragihîne."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşman de veşartin.