Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdema nû ya perwerdeyê

Herêma Firatê bi dersên ji perspektîfa neteweya demokratîk, perwerdeya zanistî û pirzimanî dest bi serdema perwerdeyê ya salên 2019-2020'î kir. Bi deh hezaran mamoste û bi sed hezaran xwendekaran dest bi dersê kirin.

Sîstema perwerdeya pirzimanî ya ku 7 sal in li herêmê pêk tê, bi azadkirina herêmên cuda re li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete meriyetê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdema nû ya perwerdeyê îro dest pê kir.

Li herêmê bi sed hezaran xwendekar û deh hezaran mamosteyan dest bi dersê kirin.

Herêma Firatê bi giranî ji gelên Kurd û Ereb pêk tê. Li kantonên Kobanê û Girê Spî sibe 90 hezar xwendekar dest bi perwerdeyê dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pirtûk û amûrên perwerdeyê bi Erebî, Kurdî û Suryanî nû kir.

Her wiha bi hezaran mamosteyan di havînê de dersên pedagojî û formasyonê wergirtin. Ji bo xwendekarên ku dersên wan lawaz in û xwendekarên ku koçî herêmê kirin dibistanên havînê hatin avakirin û xwe ji bo sala nû ya perwerdeyê li wan dibistanan amade kirin.

Endamê Yekîtiya Mamosteyên Kobanê Aras Ebdurehman der barê serdema nû ya perwerdeyê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan di havînê de bi wergirtina dersên formasyon û der barê pedagojiyê de xwe ji bo serdema nû ya perwerdeyê amade kirine.

Di sîstema perwerdeyê de zarokên ku heta pola çaremîn bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin piştî pola çaran dest bi perwerdeya bi zimanekî din jî dikin û di pola pêncemîn de jî perwerdeya zimanekî biyanî werdigirin.

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Cûmana Misko jî diyar kir ku ji bo serdema perwerdeyê ya nû wan pirtûkên dersê yên nû amade kirine.

Li herêma Firatê ku ji kantonên Kobanê û Girê Spî pêk tê di dema nû ya perwerdeyê de wê li 839 dibistanan bi giştî 4 hezar 200 mamoste û 89 hezar xwendekar dest bi perwerdeyê bikin.

Li Reqa û derdora wê li 340 dibistanan bi giştî 5 hezar 500 mamoste û 150 hezar xwendekar dest bi dersê bikin.

Li Tebaq û bejahiya wê li 195 dibistanan bi giştî 2 hezar 400 mamoste û 65 hezar xwendekar wê dest bi perwerdeyê bikin.

Li herêma Dêra Zorê ku nû ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin li 465 dibistanan wê 5 hezar 400 mamoste û bi giştî 150 hezar xwendekar dest bi dersê bikin.

Li Minbicê jî 3 hezar mamoste û 30 hezar xwendekar dest bi dersê dikin.