Dagirkerên li Efrînê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, Hemada Hisên Henîf ê berî 5 rojan li navçeya Reco ya Efrînê revandibû, qetilkirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, Hemada Hisên Henîf ê berî 5 rojan li navçeya Reco ya Efrînê revandibû, qetilkirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê ANHA’yê ve hate dayîn, Hemada Hisên Henîf ê berî 5 rojan li gundê Belîka yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê hatibû revandin, hate qetilkirin. Çavkaniyên Efrînê ragihand Henîf bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.
Malbata Henîf anî ziman ku hê cenaze negirtine.