Li Reqayê hewldana rakirina bermahiyên şer

Du sal bi ser rizgarkirina bajarê Reqayê re derbas bûn. Meclîsa sivîl a bajêr hewl dide ku hemû bermahiyên şer yên li bajêr rabike û jiyaneke aram ji bo welatiyan ava bike.

Di encama Pêngava Xezeba Firatê ku ji pênc qonaxan pêk hat, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarê Reqa paytexta qaşo xelafeta Îslamî ya DAÎŞ’ê ji çeteyan paqij kirin û bajar azad kirin. Niha li bajêr welatî di nava jiyaneke aram de dijîn û bi saya meclîsa sivîl a bajêr aramî heye.

Bajarê Reqayê li kêleka çemê Firatê ye ku dikeve Bakurê Sûriye, 200 km ji bajarê dîrokî Helebê dûr e û navendeke siyasî ya girîng e. Çandinî û bazirganî bingeha vê ya aborî pêk tîne.

‘DI DEMA BÎZANSAN DE BAJARÊ REQA HATIYE AVAKIRIN’

Li gorê dîroknasan Reqa bajarekî dîrokî ye ku avabûna vê xwe dispêre serdema Bîzansan ango 242-244 sal piştê zayînê. Niha jî hindek cihên dîrokî ku vê îspat dikin mane, sûra Reqayê ku weke Reqaya  kevin tê naskirin her wiha Qesra Kiçan ku avabûna vê vedigere serdema Xelîfe Harûn Reşîd di dema dewleta Ebasiyan.

‘BAJAREKÎ PIR RENG E’

Li gel ku piraniya şêniyên Reqayê Erebên Sunî ne lê ji neteweyên din weke Kurd, Asûr û Tirkmen jî dijîn ku heya niha xwedî rol û pêgeheke girîng in.

Piştî şer û aloziyên li Sûriyê dest pê kir weke cihê din bajarê Reqa jî ji şer û pevçûnan bêpar nema, çendîn komên tundrew û çete weke artêşa azad û El Nusra ew bajare dagir kirine û herî dawî jî bi derketina çeteyê DAIŞ’ê ew bajare weke paytexta dewleta xwe ragihand û kir navenda tirsandin, serjêkirina mirovan û sepandina hizra tundrewî. Li vê bajarê de bi hezaran welatiyên sivîl kuştin.

‘QSD’Ê GEL AZAD KIR’

Herî dawî Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (QSD) sala 2015’an bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê  bajar û gelê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Ev pêngave bi awayê 5 qonaxan bi rê ve çû û di sala 17’ê Cotmeha 2017’an bi azadkirina bajêr re pêngav bi dawî bû.

Di dema birêveçûna pêngava Xezeba Firatê ya azadkirina Reqayê zêdetirî 450 hezar hemwelatî koçberê bajarokê Eyn Îsa bûn.

Piştê 9 mehan ku bajar bi temamî ji bermahiyên DAÎŞ’ê paqij bû encûmena sivîl a bajêr ku ji 110 endaman pêk tê hate damezrandin ku li gorî kotaya her yek ji wan neteweyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Asûr hatin destnîşankirin.

Niha ev du sal in ku li ser azadkirina bajarê Reqayê re derbas dibe, em weke tîma nûçegihanên ya beşa Soranî ya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi armanca bidestxistina agahiyên berfireh ji guhertinên dawîn me serdana Reqayê kir. Me di derbarê jiyana gel û xizmetguzariyên ku encûmena sivîl pêşkêşî hemwelatiyan kiriye lêkolîn pêk anî.

‘BAJAR HATIYE NÛJENKIRIN’

Me di gera xwe ya nava bajêr de dît ku bajêr û rêyên vê ji bermahiyên şer hatine paqijkirin û heta astekê jiyan baş û asayî bûye. Hejmareke berçav ji gelê Reqayê vegeriyane bajêr, dikan û kargeh dixebitin û hêzên asayîşê jî ji bo parastina aramiya bajêr li her derê xwe bi cih kirine.

‘ŞOKA DAÎŞ’Ê DERBAS NEBÛYE’

Rexmî ku encûmena sivîl hemû hêza xwe daye ku ji bi gel jiyaneke aram dabîn bike lê li gorî çavdêriya me kirî hê jî beşeke mezin ji hemwelatiyên bajêr nekarîne şoka çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser xwe derbas bikin û beşek jî ji ber şer xizm û kes û karên xwe ji dest daye lewre heta niha jî hemwelatiyên bajêr xembar in û ji bo derbaskirina vê derûniyê (psîkolojî) pêdivî bi xebateke zêdetir heye.

Di vê çerçoveyê de ji bo wergirtina agahiyên zêdetir hevserokê şaredariya Reqa Ehmed Xizir ji ANF re axivî û got: “Piştî ku me bajara xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kir me encûmena xwebirêveberiya bajêr damezrand û gihiştine vê encamê ku divê bi şêwazeke lezgîn bi wan derfetên ku di destên me de hene em xizmeta bajêr bikin. Lewre me biryar da ku paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer bibe yekemîn karê me. Ji bo vê jî heta niha me kariye 60 ji sedî yê bajêr ji xirbeyên avahiyan û qirêjiyê paqij bikin.”

Hevserokê şaredariya bajarê Reqayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser karekî din ê bingehîn û wiha pê de çû: “Yek ji wan karên bingehîn ku me dest pê kiriye dabînkirina boriyên avê ye ku di dema şer de têk çûbûn. Heta niha me kariye beşeke mezin ji pirsgirêka avê ya bajêr çareser bikin û ava vexwarinê bigihînin hemwelatiyan.”

Di derbarê çêkirina rêyan û nûjenkirina wana ku xirab bibûn jî got: “Di nava du salên derbas bûyî de me kariye bi qasê 250 hezar metreakre  kolanên nav û derveyî bajêr çêbikin û zift bikin. Di aliyê tendurûstiyê de jî daxûya kirin ku gavên girîng avêtine lê belê heta niha weke ku pêwîste çênebûye lewre ji bo baştir kirina rewşa tendrustiyê pêwîstî bi alîkariyên zêdetir ya rêxistinên mafê mirov ê ciwaka navnetewî heye.

‘PLANA ME YA BAŞTIR A XIZMETKIRINÊ HEYE’

Hevserokê şaredariya Reqayê di derbarê kar û panên pêşerojê wiha agahî da: “Plana me ya pêşerojê ew e ku pergala perwerdehiyê baştir bikin û pêwîstiyên vê dabîn bikin, dibistanan nûjen bikin û pirsgirêka wan a ava paqij çareser bikin. Her wiha em dixwazin pêşerojê pira di navbera Bakur û Başûrê Reqayê çêbikin û pirên kevin jî nûjen bikin.

‘ÇERXERÊYA NEÎM A KU BIBÛ QESABXANEYA MIROVAN BÛ ÇERXERÊYA AZADIYÊ’

Çerxerêya Neîm ku dikeve navenda bajêr, dema ku bajêr di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû ev çerxerêye kiribû qesabxaneya mirovan, serê mirovan jê dikirin. Bi vê şêwazê tirs û xof di nava dilê hemwelatiyan de çê dikirin lê belê piştî ku bajêr ji aliyê hêzên Sûriyeya demokratîk (QSD) hate rizgarkirin careke din bi şêwazeke nû hate nûjenkirin û bandora tirsê li ser hemwelatiyan nehişt, îro bûye cihekî ewle ku hemû hemwelatî tê de kom dibin û bi awayek azad bîr û hizrên xwe bi hevdu re par ve dikin, bûye çerxerêyek ji bo derbirîna azad.

Jin di dema desthilatdariya DAÎŞ’ê de bêyî bav û bira yan jî hevjînê xwe nedikarin ji malê derbikevin lê niha keçên bajarê Reqayê her êvarê li meydana Neîm (Meydana Azadiyê) kom dibin û nêrînên xwe parve dikin.

Du xwişkên hev bi navê Esîl Mihemed û Henan Mihemed ku bi armanca hewastendinê li meydana Neîm rûniştibûn ji me re axivîn û wiha gotin; “Niha jiyan gelek xweş e, bi şev û roj bi awayekî azad em ji mal derdikevin, bajêr aram e û tirsa me tuneye.”

‘NIHA JIYAN XWEŞ E’

Li aliyê din welatiyê bi navê Mihemed Xelef bi zarokên xwe li heman meydanê rûniştiye wiha got; “Dema DAÎŞ’ê de jiyan zehmet bû, divê rihê zilman hebûyan û li aliyê din simbêlê wan kurt bûya û şerwarê kurt li xwe kiriban. Wê demê ez qet ji malê dernediketim her tim razayî bûm. Lê niha jiyan xweş e. Daxwaz dikim jiyan hê baştir bibe ji bo welatiyên Reqa kêfxweştir bibin.”