Navenda perwerdehiya 3 zimanî: Herêma Cizîrê

Li Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala pêşî ya hîndekariyê dest pê kir. Li herêma Cizîrê yu perwerdeiya pir zimanî heye 230 hezar û 489 xwendekar bi zimanê xwe wê perwerde bibin.

Li 2225 dibistanên li Herêma Cizîrê ya li Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro sala perwerdehî û hîndekariyê dest pê kir. Konseya Perwerdehiyê ya Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend sal in ji tecrûbeyên pergala ku hatî avakirin û di pêvajoya havînê de bi haziriyên zêde sala nû ya perwerdehiyê hate pêşwazîkirin. Reveberiya Xweser a Demokratîk ku ji 2014'an dema avabûnê ve li ser hîmê dûrbûna ji zayendîriyê, dîngiriyê û milliyetgiriyê dûr, bi çarçoveya neteweya demokratîk hewl dide pergala xwe ya perwerdehiyê geş bike, îsal li Herêma Cizîrê 18 hezar û 621 mamoste xwe ji perwerdehiyê re hazir kirin û li gorî hewcehiya hemû dibistanan hatin verastkirin.

Hevseroka Konseya Perwerdehiyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hecî Elî got wn bi çarçoweya hişmendiya neteweya demokratîk pergala xwe ya perwerdehiyê zêdetir geş kirine û domand, ''Xwendekarên me yên Ereb, Kurd û Sûryan dema ku bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin, bi pergala ku me daniye holê wê zimanê hev jî hîn bibin. Bi vî rengî wê serwerhiya ziman û çandekê çênebe.''

FERASETA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ku di Çileya sala 2014'an de ava bû, berevajî hemû welat û dewletên herêmê, Kurdî, Erebî û Suryanî ku zimanên gelên herêmê ne weke zimanên fermî pejirand. Ji hingî ve jî perwerdeya bi gelek zimanan danî pêşiya xwe û her sal gav bi gav pêk anî. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bi qadên ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin re weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê xwe didomîne.

Qada herî xurt a di perwerdeyê de jî herêma Cizîrê ye ku sîstema nû ya perwerdeyê destpêkê li wê deverê kete meriyetê. Li herêma Cizîrê ku ji kantonên Qamişlo û Hesekê pêk tê, gelên Ereb, Suryanî û Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanên xwe yên dayikê perwerdeyê dikarinb bibînin.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî diyar kir ku perwerdeya bi zimanên gelan di çarçoveya nêzîkatiya neteweya demokratîk de tê kirin. Semîra Hec Elî got, "Di sîstema me ya perwerdeyê de û di bernameya me ya dersê de ji yên dewleta Sûriyeyê gelekî cuda ne. Ji ber ku em li gorî feraseta neteweya demokratîk tevdigerin. Ji bo me esas e ku gel hemû, civak  hemû bi ziman û çanda xwe bi hev re bijîn. Sîstema me ya perwerdeyê jî di vê çarçoveyê de li gorî perwerdeya zimanê dayikê hatiye birêxistinkirin."

LI GEL ZIMANÊ DAYIKÊ ZIMANEKÎ DIN Ê HERÊMÊ HÎN DIBIN

Xwendekarên Ereb, Kurd û Suryanî yên li herêma Cizîrê tevî perwerdeya bi zimanê dayikê ji pola 4'an heta zanîngehê yek ji zimanên herêmê; Kurdî, Erebî û Suryanî dikarin weke derseke hilbijartî bibînin. Heta dawiya lîseyê jî hefteyê du saetan wî zimanê hilbijartî hîn dibin. Di bernameya perwerdeyê de ji pola 5'an û pê ve hefteyê du saetan dersa zimanekî biyanî jî heye.

Semîra Hec Elî destnîşan kir ku bi vê bernameyê re armanca wan ew e ku gel zimanê hev hîn bibin û xwedî têkiliyeke hîn xurt û wekhev bin.

BI DERSA JINEOLOJIYÊ RE TÊKOŞÎNA ZANISTÎ YA LI DIJÎ ZAYENDÎPERESTIYÊ

Her wiha dersên jineolojiyê jî di bernameya hîndekariyê de heye. Xwendekarên dibistana seretayî di polên 1'emîn û 2'emîn de dersên civakê û jiyanê dibînin, ji pola 10'an û pê ve jî dersên jineolojiyê pêşkêşî wan tê kirin.

Semîra Hec Elî anî ziman ku di polên 10 û 11'an de ji xwendekarên mêr û jin re dersên jineolojiyê têne pêşkêşkirin û got, "Bi van dersan re em dixwazin zayendîperestiya di nava civakê de ji holê rakin. Her çend li herêmên me li gorî herêmên din ên Rojhilata Navîn pêşketinek hebe jî çandeke zayendîperest a ji hezaran salî heye. Di dersên jineolojiyê de ciwanên me hînî hêza jinê, rastiya jinê dibin."

ALTERNATÎFA FERASETA ÇEWT A DÎROKÊ

Dersên dîrokê yên li dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji dersên dîrokê yên rejîmên tekperest ên netewe dewlet ên Rojhilata Navîn cuda ne.

Semîra Hec Elî destnîşan dike ku ew di nava dîroka dinyayê, Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de dîroka hemû gelan hîn dikin. Bi vî rengî gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hîn bêhtir dîroka hev nas dikin."

PERWERDEYA BÊPERE

Herêma Cizîrê mîna her sal îsal jî amûrên xwe yên perwerdeyê xurt kir. Li herêma Cizîrê û hemû qadên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pirtûkên dersan de ti hewldanek ji bo qezenca bazirganiyê nîne. Hemû pirtûk ji aliyê rêveberiya xweser ve tên amadekirin û bi rengekî bêpere li dibistanan tên belavkirin.

MAMOSTE HATIN PERWERDEKIRIN

Li Herêma Cizîrê mamosteyan di havînê de xwe ji bo serdema nû ya perwerdeyê amade kirin. Li dibistanan 18 hezar 621 mamoste ji bo li dersên branşan bên wezîfedarkirin tevlî karên perwerdeyê bûn. Di serdema nû ya perwerdeyê de wê 19 hezar 189 mamoste bên wezîfedarkirin ku 11 hezar ji wan mamosteyên jin in.