Li Dêra Zorê pêşiya komkujiyekê hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê, tankera ku rêjeyek zêde madeyên teqemenî li nav rûxand û pêşiya komkujiyekê girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê, tankera ku rêjeyek zêde madeyên teqemenî li nav rûxand û pêşiya komkujiyekê girt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê, li bejahiya Hecînê pêşiya êrîşeke komkuj a bi rêya tenkereke bombebarkirî ku dihate xwestin pêk bîne girtin. Boroya Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundir têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
"Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro Pêncşemê 12‘ê Îlonê li gundewarê rojavayê bajarê Hecînê yê Dêra Zorê hewldana êrîşeke terorîst a bi rêya tankereke bombebarkirî têk bir. Di tankerê de rêjeyeke mezin a madeya C-4 hebû û ji aliyê pisporên teqemeniyê ve hate bêbandorkirin."
Hêzên me piştî şopandina tevgera şandeyê ya hewl dide teqînê pêk bînin, di operasyonekê de nuqteya tanker lê hatibû bicihkirin a di navbera bajarokên Şenan û Ebû Hemam ên Hecînê kir diyar kir û hewldan têk bir. 21 bîdonên C-4 ên ku her yek 25 kêlogiram hate girtin. Tanker bi awayeke bi kontrol hate rûxandin.”