Çeteyên Tirkiye li Efrînê 7 sivîlên din jî revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ‘Polîsên Leşkerî’ xwe bi nav dikin, li gel îstixbarata Tirk avêtin ser malên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirês a Efrînê. Piştî lêgerîna li gund 7 sivîl revandin.

Kiryarên der mirovî, dizî, talan, revandina  û êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser Efrînê bê navber dewam dike. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ‘Polîsên Leşkerî’ xwe bi nav dikin avêtin ser gundê Kefer Sefrê yê Cindirês a Efrînê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyê herêmî, dema çeteyan avêtine ser gund gule teqndine û lêgerîn li gund kiriye.

Heman çavkaniyê anî ziman piştî lêgerînê 7 sivîl hatine revandin. Navê hinek sivîlên hatine revandin wiha ne: Xelîl Mûrad, Xelîl Mihemed Birîmce, Xorşîd Mihemd, Şerefedîn Elûş Şêxo û Elî Xelîl.

Kesên hatine revandin birine cihekî nediyar.