Artêşa Sûriyeyê başûrê Îdlibê bombe dike

Hate ragihandin ku yekîneyên topavêj yên artêşa Sûriyeyê başûrê Îdlibê bombe dike.

Li gorî nûçeya Reutersê ev du roj in bi giranî navçeya Maaret El Numan û gundên li derdora wê tê topbran kirin. Roja Pêncşemê jî heman herêm ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombe kirin.

Li Îdlibê beriya du hefteyan agirbest hatibû îlankirin lê tê gotin ku dibe dîsan operasyon ji nû ve destpê bikin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku nûçeyê disperê çavkaniyên çeteyan yên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, artêşa Sûriye û tifaqên wê amadekariya operasyoneke bejayî ya berfireh dike. Îdîayên ku hêzên teqwiyeyê li ser xeta eniya şer hatine bicih kirin hene.

Piştî ku artêşa Sûriyeyê Han Şeyhûn û hinek cihên din ên stratejîk girt, El Nûsra û komên çete nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dabûn.

Bombebarana dawî beriya civîna sê alî ya li Enqerê pêk hat. Serokkomarê Tirk Erdogan amadekarî dike ku roja Dûşemê serokên dewleta Îran û Rûsyayê pêşwazî bike. Tirkiye bi şandina koçberan re gefê li welatên Rojavayî jî dixwe.