ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji ber vetoya Çîn û Rûsyayê agirbest li Idlibê nepêkan e
Ji ber ku Çînê û Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kirin, ihtimala agirbestê ya li Idlibê ji holê rabû. Her wiha welatên Rojavayî jî îdîa kirin ku armanca wan astengkirina krîza însanî bû. -
Ji bo bi sed hezaran mirovî tenê nexweşxaneyek heye
Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir, ji ber ambargoya li ser Şehbayê derfetên wan nîne ku nexweşan derman bikin û got, mirov ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. -
Li Efrînê teqînek pêk hat
Li Efrînê li nêzî nexweşxaneya leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyên teqînek bi hêz pêk hat. -
Li Efrînê 6 sivîlên din hatin revandin
Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wan li navçeya Şîyê ya Efrînê 6 sivîlên din revand. Ji serê meha Îlonê û heta niha herî kêm 100 kesên sivîl hatine revandin. -
Kobanê: Em gefên Erdogan ti carî qebûl nakin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanê bersiv da gefên Erdogan. Kobanê diyar kir ku ji bilî lihevkirina pêk hatiye ew ê gaveke din neavêjin. -
HRE: Li herêmên Bab û Efrînê 8 çeteyên dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, li herêmên Bab û Efrînê di çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 8 çete hatine kuştin û 11 çete jî birîndar bûne. -
Li Efrînê 2 rojan 17 kes, di 18 rojan de 100 kes hatin revandin
Li Efrîn a dagirkirî 5 sivîlên din ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin. Di nava 18 rojan de herî kêm 94 kes hatin revandin. -
Serlêdanên ji bo zanîngehên Rojava û Kobanê îsal gelekî zêde ne
Li Zanîngehên Kobanê û Rojava ku serdema qeyda sala 2019-2020'an dest pê kiriye serlêdan zêde ne. Ji bo zanîngehên ku bi giştî bi 22 beşan wê dest bi sala perwerde û hîndekariyê bike, qeydkirin wê heta 5'ê Cotmehê bidome. -
Di teqîna li Til Hemîsê de 2 kes birîndar bûn
Li nêzî Şehîdgeha Til Hemîsê teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 kes bi giranî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk bombe li gundê Aqîbe barand
Artêşa Tirk û çeteyên xwe bombe gundê Aqîbe ya Şêrewayê dan ber topan. -
Cenazeyê şervanê Asûrî Bitrus Îşo hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Heres Xabûr ya Asûrî Bitrus Îşo bi merasîmekê li goristana şehîdan hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Xilî hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xalid Xilî bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Nero yê Portekîzî 6 meh in di destê QSD'ê de ye
Nero Saraîva bi navê li xwe kirî Ebû Yakûp Endulusî yê DAÎŞ'î ku yek ji Ewropiyên destpêkê ye ku di sala 2012'an de tevlî çeteyan bû, nêzî 6 meh in di destê QSD'ê de ye. -
Li gorekî komî ya Reqayê 730 cenaze hatin derxistin
Li Reqayê li gorekî komî ya Telaye yek ji gorên herî mezin a ku çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê pêk anî bû ye. Di vê gorê de 730 cenaze hatine derxistin. -
Rêveberiya Xweser li dijî rejîma Sûriyê helwest da
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sûcdariyên rejîma Sûriyê yên derbarê QSD'ê got, dûrî rastiyê ye û li dijî çareseriyê ye. -
Helwesta Efrîniyan a li dijî Rûsan: Em Efrîne dixwazin ne sedeqe
Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya Tirk ji bêgavî xaka xwe berdan, li dijî konwoya alîkariyê ya Rûsan helwest nîşan dan û alîkariya wan qebûl nekirin. -
TEV-ÇAND’ê ‘qehremanê sînemayê’ Mazdek bi bîr anî
Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND’ê sînemager Omer Bagci (Mazdek) bi bîr anî yê ku li ser peywira xwe ji ber qezayekê şehîd bûbû. -
Hucreya DAÎŞ’ê ku 14 êrîş pêk anî hate girtin
QSD û Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Reqa û Tebqayê hucreya DAÎŞ’ê ku 14 êrîşên bombeyî yên cuda pêk anîbûn, girtin. -
Li Efrînê di nava 16 rojan de bi kêmanî 73 kes hatin revandin
Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê li navçeya Cindirês a Efrînê bav û kur revandin Tirkiyeyê. Li herêma Efrînê herî dawî di nava 16 rojan de bi kêmanî 73 kes hatine revandin. -
Dewleta Tirk bombeyan li gundên Şêrawayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava dagir kiriye, bi topan gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê bomberdûman kirin. -
MSD'ê nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da: Sûcdarî nerast in
MSD'ê diyar kir ku sûcdariyên rejîma Sûriyeyê li QSD'ê dikin nerast in. -
Li Rojava akademîsyenê rojhilatî: Ya ku hûn lê digerin li vir e
Di demekê de ku gelek akademîsyen ji Kurdistanê koçî Ewropayê dikirin, akademîsyen Dr. Sîpan Serhed ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Kobanê û 3 sal in nifşên nû yên şoreşê digihîne. Dr. Sîpan Serhed dibêje, "Ya ku hûn lê digerin li vir e, ne dûr e." -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ebdo hate veşartin
Welatiyên Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Dilşad Ebdo bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin. -
Di teqîna li Raiyê de 8 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn
Li bajarokê Raiyê yê dibin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete de wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Li Girê Spî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin
Li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li Girê Spî meşek girseyî hate lidarxistin.