QSD: Li bejahiya Dêra Zorê çeteyek DAÎŞ’ê hatiye girtin

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku li bejahiya Dêra Zorê DAÎŞ’iyek girtine.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê da, ragihand ku li bejahiya Dêra Zorê bi operasyoneke taybet çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navnetewyî li dijî çeteyên ku hizûr û aramiya herêmê xira dikin li Herêma Cedîdet Egîdat a Dêra Zorê operasyonek lidar xistine. Di encama operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin.”