Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên wê yên daketin qadan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenada Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpê kir û li ber avahiya Şaredariya Gel rawestiya.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Silêman Ebû Bekir axivî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Heftanînê şermezar kirin û got: "Tirkiyê bi êrîş û sûcên xwe hewl dide îradya gelê me û hêzên me yên parastinê bişkşîne. Em di wê baweriyê de ne ku bi îradeya gelê me û berxwedana têkoşerên me wê faşîzma Tirkiyê têk biçe."

Ebû Bekir têkildarî bombebarana li ser navçeya Dirbêsiyê got: "Armanc tirsê di nav şêniyan de belav bikin da ku wan bidin koçberkirin. Lê bi vê xwepêşandanê ya bi hezaran kes tevlî bûne, em carek din teqez dikin ku planên Tirkiyê ya dagirker ên li ser gelê me wê biser nekeve. Şêniyên Dirbêsiyê berxwedêr in wê li hemberî dagirkeriyê bisekine û dest ji xaka xwe bernade."

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.